Ocalan: Pêvajo di qonaxeke krîtîk de ye, divê gav bi hev re bên avêtin

11-10-2025
RÛDAW
Nîşan Abdullah Ocalan Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Endama Heyeta Îmraliyê û Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Pervîn Buldan derbarê hevdîtina xwe ya dawî ya bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re daxuyanî da.

Buldanê got ku Ocalan diyar kiriye ku pêvajo di qonaxeke krîtîk de ye û tekez kiriye ku divê gavên pêvajoyê bi hev re bên avêtin.

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê di 3yê Çiriya Pêşîn de li Girtîgeha Girava Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîbû.

Pervîn Buldan ku yek ji endamên heyetê ye, derbarê naveroka hevdîtina ku 3 saet û nîvan dom kiribû de ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

"Pêvajo di qonaxeke krîtîk de ye"

Pervîn Buldanê ragihand ku Ocalan pêvajoyê wekî "qonaxeke krîtîk" bi nav dike.

Li gorî Buldanê, Ocalan hişyarî daye û gotiye ku "heke gav neyên avêtin yan jî dereng bimînin dê hêzên ku li dijî pêvajoyê ne bihêztir bibin."

Parlamenter Buldanê da zanîn ku tenduristiya Ocalan baş e û ji bo çareseriyê xwedî hêviyeke mezin e.

"Divê Komîsyon bi lez biçe Îmraliyê"

Endama Heyeta Îmraliyê Buldan anî zimên ku Ocalan Komîsyona parlamentoyê gelekî girîng dibîne û xebatên wê ji nêz ve dişopîne.

Ocalan dixwaze ku Komîsyon bi lez serdana wî bike û got, "Birêz Ocalan diyar kir ku nirxandinên wî yên girîng hene ku bi Komîsyonê re parve bike û perspektîfeke wî ya xurt heye ku pêşkêşî Komîsyonê bike."

"Pêwîstiyên siyasî û hiqûqî hene"

Pervîn Buldanê behsa pêwîstiyên siyasî û hiqûqî yên pêvajoyê jî kir û got, "Birêz Ocalan û tevgera wî gavên dîrokî avêtine lê ji aliyê dewletê ve ji bilî daxuyaniyan, ti pêngaveke siyasî ya girîng nehatiye avêtin."

Endama Heyeta Îmraliyê da zanîn ku ji bo baweriya bi pêvajoyê xurt bibe, divê êdî gavên siyasî û hiqûqî yên şênber bên avêtin û got, "Xebatên Komîsyonê divê ji bo van gavan bibin bingehek."

Rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

Pervîn Buldanê da zanîn ku Ocalan ser rewşa bakur û rojhilatê Sûriyeyê jî bi wan re axiviye.

Li gorî Pervîn Buldanê çarçoveya nêrînên Ocalan neguheriye û ew li ser bingeha "neteweya demokratîk" û rêya sêyemîn e.

Siyasetmedara DEM Partiyê tekez kir ku Ocalan destnîşan kiriye ku divê rayedarên dewletê dev ji zimanê gefxwarinê berdin.

"Şert û mercên Ocalan ji bo pêvajoyê girîng in"

Buldanê sînordarkirina hevdîtinan rexne kir û diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkeke ewqas mezin, divê şert û mercên xebata azad ji bo Ocalan bên pêkanîn.

Parlamentera DEM Partiyê anî zimên ku Ocalan ji zimanê dijminatiyê yê di çapemeniyê de jî nerazî ye.

Buldanê derbarê "mafê hêviyê" de jî got, "Ji mafê hêviyê wêdetir, divê pêdiviyên bingehîn ên şert û mercên jiyan û xebata azad a Birêz Abdullah Ocalan bên pêkanîn."

Wê tekez kir ku heke ji bo Ocalan sererastkirinek pêk neyê, dê guman li ser pêvajoyê çêbibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst