Ahmet Turk: Li şûna HTŞyê bila Kurd bibin cîranê Tirkiyeyê

11-10-2025
RÛDAW
Nîşan Ahmet Turk Mêrdîn Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk di konferanseke li Mêrdînê de axivî û got, "Em di pêvajoyeke dîrokî de ne û Rojava ji bo Kurdan xeta sor e."

Turk ji hikûmetê pirsî, "Li şûna ku Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) bibe cîranê Tirkiyeyê, bila Kurd bibin, ma dê qiyamet rabe?"

Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk li Mêrdînê konferansa "Li Mezopotamyayê Gel, Bawerî û Jiyana Hevpar a Demokratîk" li dar xist. Nûnerên gelek pêhateyan û saziyên sivîl tevlî konferansê bûn.

Ahmet Turk di axaftina xwe ya vekirina konferansê de diyar kir ku siyaseta demokratîk roj bi roj berfireh dibe.

Siyasetmedarê Kurd got, "Siyaseta demokratîk her ku diçe dê xwe zêdetir bi rêxistin bike."

Turk banga Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan wekî bangeke dîrokî ji bo vekirina rêya siyaseta demokratîk bi nav kir û got, "Em vê pêvajoyê bi sebir û baldariyeke mezin dişopînin.

Em bawer dikin ku gihîştina komara demokratîk dê bi hewldanên me pêkan bibe. Yekitî dê vê pêvajoyê hîn mezintir bike."

"Li şûna HTŞyê bila Kurd bibin cîran"

Ahmet Turk bal kişand ser pêşhatên li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê û wiha got:

"Ev pêvajo bi awayekî rast bi pêş ve diçe. Lê li pêşiya me astengî hene.

Em bi wan têgihiştinan re rû bi rû ne ku dixwazin îpotekê deynin ser paşeroja azad û demokratîk a gelê Kurd a li wir. Divê ev yek bê derbaskirin."

Turk bi taybetî bangî hikûmetê kir û got, "Kurd neçar man ku çekan hilgirin. Ji bo ewlehiya xwe biparêzin wan çek hilgirtin.

Artêşek ava nekirin. Niha tê xwestin ku Kurd çekên xwe deynin, bi taybetî Tirkiye vê yekê dixwaze.

Baş e, li vir dê ewlehiyê kî pêk bîne? Polîsê HTŞyê tune, leşkerê HTŞyê tune, hêzeke HTŞyê li wir tune.

Ewlehiya vî gelî dê kî pêk bîne? Ji bilî vê li şûna ku HTŞ bibe cîranê Tirkiyeyê bila Kurd bibin. Ma dê qiyamet rabe?"

"Îro em li ber deriyê derfeteke dîrokî ne"

Li gorî nûçeya MAyê Ahmet Turk diyar kir ku Rojava ji bo Kurdan xeta sor e û wiha domand:

"Divê partiyên siyasî yên li her çar parçeyan ji bo misogerkirina paşeroja demokratîk helwestekê nîşan bidin.

Divê di navbera partiyên siyasî yên li vir de diyalogeke pir cidî hebe.

Em dizanin ku li ser yekitiya gelên Kurdistanê xebateke cidî heye. Derfetên dîrokî sed salî carekê tên.

Îro em li ber deriyê derfeteke dîrokî ne. Heke em derfeta dîrokî rast nenirxînin, em dê rojên tarî ji bo paşeroj û zarokên xwe bihêlin.

Ez di vî warî de ji her kesî rica dikim. Ne hewce ye ku kes destê xwe bixe bin kevir. Bes e ku hûn destê Kurdan bigirin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst