Kesê ku li Bexdayê dayik û 2 xwişkên wê kuşt li Herêma Kurdistanê hat girtin

11-11-2022
RÛDAW
Nîşan Asayîşa Herêma Kurdistanê Bexda.Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şaneya ragihandinê ya Iraqê ragihand, kesê ku berî sê rojan li Bexdayê dayik û du xwişkên xwe kuştibû, li Herêma Kurdistanê ji aliyê asayîşê ve hatiye girtin.

Dayîkek û du keçên wê li taxa El-Kazimiye ya bakurê Bexdayê roja Sêşemê hatin kuştin. Hêzên ewlekarîyê kurê jinikê bi kuştinan tawanbar kirin.

Li gorî daxuyaniyê, Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî 10ê Mijdarê bi rêya telefonê bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî re axivî û jê re ragihand ku tohmetbar hatiye girtin.

Şaneya medyayî ya ewlekarî ya Iraqê ragihand, ew tohmetbar ji aliyê hêzên asayişa Herêma Kurdistanê ve hatiye girtin.

Di daxuyaniyê de berdewamiya hevkarî û hevahengiya navbera Hewlêr û Bexdayê di warên curbicur de bilind nirxand û ragihand ku di asta bilind de encamên erênî bidest xistine û girtina tohmetbar jî peyameke zelal a asta hevkariya di navbera hemû aliyên ewlekarî yên Iraq û Herêma Kurdistanê de ye.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Iraqê, di 8ê Mijdara 2022an de li devera Kazimiye ya li bakurê Bexdayê dayikek û du keçên wê hatin kuştin, li gorî daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Iraqê Elî Mecîd Haşim kurê malbatê bi tometa kuştinê hatiye tawanbarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst