Li Kerkûkê operasyona hevbeş: 3 DAIŞî hatin kuştin

29-06-2025
RÛDAW
Nîşan Asayîşa Herêma Kurdistanê Kerkûk DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Asayîşa Herêma Kurdistanê ragihand ku di operasyoneke hevbeş de li gel Ajansa Dijeterorl ya Îraqê li gundewarê Kerkûkê, 3 DAIŞî hatine kuştin.

Di daxuyaniya ku îro ji aliyê Asayîşê ve hat dayîn de, hat diyarkirin ku operasyon li ser bingeha zanyariyên hûr ên îstixbaratî û bi destûra saziyên dadwerî hatiye pêkanîn.

Hat eşkerekirin ku li herêmîn Pelkane û Tawirkeweyê yên Kerkûkê ve hêzan avêtiye ser stargeheke ku hatibû destnîşankirin.

Li gorî daxuyaniyê, di navbera hêzên ewlehiyê û çekdarên DAIŞê de ji nêz ve pevçûn derketiye û 3 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

Nasnameyên kesên ku di pevçûnê de hatin kuştin wiha hatin eşkerekirin:

Eymen Corc Ehmed el-Ubeydî (Nasnav: Adem): Berpirsê devera Silêman Begê

Huseyîn Elî Xelef Hebîb el-Mefrecî (Nasnav: Ebû Ezra): Endamê DAIŞê

Yaqûb (Nasnav: Ebû Caban Îranî): Endamê DAIŞê

Her wiha hat ragihandin ku di çarçoveya operasyonê de stargeh û cihên xweveşartinê yên DAIŞê bi temamî ji holê hatine rakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst