Qubad Talebanî: Gel ji berê hişyartir e

11-11-2025
RÛDAW
Nîşan Qubad Talebanî Hilbijartinên Îraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî dengê xwe da û got, “Xelk îro ji berê hişyartir e û fêm dike ku kî kar dike.”

Li Îraq û Herêma Kurdistanê ji bo hilbijartinên gera şeşemîn a Parlamentoya Îraqê pêvajoya dengdanê saet 07:00an dest pê kir.

Zêdetirî 20 milyon dengder dê li zêdetirî 39 hezar sindoqan dengê xwe bidin.

Endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî li navenda dengdanê ya Rewşan Bedirxanê ya li Silêmaniyê dengê xwe da.

Qubad Talebanî piştî dengdanê ji rojnamegeran re behsa guherîn û hêza YNKyê kir û got:

“Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê niha ne wekî salek berê ye, ew yek deng û yek alî ye û serokekî wê yê bihêz heye.

YNK xwedî soza xwe ye û kariye gelek tiştan çareser bike.”

"YNK dikare li Bexdayê pirsgirêkan çareser bike"

Qubad Talebanî amaje pê kir ku bi bidestxistina kursiyên zêdetir di hilbijartinan de, şiyana çareserkirina pirsgirêkan zêdetir dibe û gelek tiştên din jî bi wan tên çareserkirin.

Qubad Talebanî di heman demê de ducare kir, “Gelek kes gihîştine wê baweriyê ku YNK dikare li Bexdayê pirsgirêkan çareser bike.”

Wî herî dawî got, “Xelk îro ji berê hişyartir e, fêm dike ku kî kar dike, kê têk daye û kî temaşevan e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst