Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Mehsertê ya parêzgeha Mêrdînê 3 otomobîl li hev qelibîn, 4 kes mirin û 5 kes jî birîndar bûn.
Li ser rêya gundê Kefsansurê ya navçeya Mehsertê otomobîla bi plakaya 50 NC 075, wesayîta bazirganî ya sivik a bi plakaya 47 ADS 185 û wesayîteke din a ku plakaya wê nehatiye zanîn li hev qelibîn.
Li ser agahdarkirina welatiyan tîmên tenduristiyê, agirkuj û cendirme çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê diyar kir ku 3 kes li cihê bûyerê mirine.
Tîman 10 kesên ku birîndar bûbûn piştî midaxeleya destpêkê bi ambulansan veguhastin nexweşxaneyên Mêrdîn û Mehsertê.
Rêya ku ji ber qezayê hatibû girtin piştî rakirina wesayîtan hat vekirin.
Cendirmeyan li ser qezayê û ji bo diyarkirina nasnameyan dest bi lêpirsînê kir.
#WÊNE - Li Mêrdînê di qezayeke trafîkê de 3 kes mirin, 6 jî birîndar bûn
— RudawKurdi (@RudawKurdi) December 11, 2025
💢 Li navçeya Mehsertê ya parêzgeha Mêrdînê 3 otomobîl li hev qelibîn
💢 Di qezayê de 3 kes mirin, 6 kes jî birîndar bûn pic.twitter.com/MdUMUCigx5
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse