Bi sedan kes bi qaçaxî ji Rojava derbasî Başûrê Kurdistanê dibin

12-01-2022
Helebja Sadon
Koçberên Rojavayê Kurdistanê ku bi qaçaxî derbasî Başûrê Kurdistanê bûne. Wêne: Rûdaw TV
Koçberên Rojavayê Kurdistanê ku bi qaçaxî derbasî Başûrê Kurdistanê bûne. Wêne: Rûdaw TV
Nîşan Rojava Koçber Qaçax Başûrê Kurdistanê Kampa Berdereş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî girtina deriyê sînorî yê Sêmalka-Pêşxabûr, pêleke derbasbûna bi qaçaxî ji Rojavayê Kurdistanê ber bi Başûrê Kurdistanê ve destpê kiriye û di nava 8 rojan de, şeşemîn karwanê koçberiyê bi qaçaxî derbasî Herêma Kurdistanê bû ku 491 kes ji deverên cuda yên Rojavayê Kurdistanê li xwe digire.

Hemdîn Ibrahîm ku 22 sal e li Almanyayê dijî û welatînameya Almanyayê pê re heye, yek ji wan kesan e ku bi qaçaxî ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Herêma Kurdistanê bûne.

Hemdîn, beriya mehekê berê xwe dabû bajarokê Tirbespiyê yê Rojavayê Kurdistanê ji bo seredana diya xwe bike, lê girtina dergehê Sêmalka ew neçar kir ku bi 400 dolaran û bi qaçaxî derbasî Herêma Kurdistanê bibin.

Hemdîn Ibrahîm ji Rûdawê re ragihand, “Dergeh rojekê li pêşiya me hate vekirin jibo ku em vegerin, lê gelek kes hatin li ser sînor û aliyê Rojava ji me re gotin vegerin ji ber ku dewam temam bû û gotin ku egerek heye rojeke din vegerin, lê ta niha dergeh girtî ne, lewma ez neçar bûm bi qaçaxî derbasî Herêma Kurdistanê bibim.”

Sedemên hatina her kesekî cuda ye ji yê din.

Di nava kesên ku di van rojan de ji Rojavayê Kurdistanê ber bi Başûrê Kurdistanê ve koçber bûne, malbatek ji navçeya Zirganê ya ser bi Serê Kaniyê ve heye.

Toparana deverên wan ji aliyê hêzên Turkiyê ve ew neçar kirin ku bi hezar û 200 dolaran derbasî Herêma Kurdistanê bibin, belko hinekî rewşa wan aram bibe.

Riweyda Hesen Simo dibêje, “Em ji ber şer revîn, em bê cih û war man. Rojane şer e û jiyan jî li Rojavayê Kurdistanê zehmet bûye. Piraniya kesên niha derbas bûn ji ber rewşa aborî ya xirab derbas bûne.”

Ew 8 roj in amadekariyên pêşwaziya koçberan berdewam e. Koçberên ku di van demên dawiyê de ji Rojava tên Herêma Kurdistanê, li Kampa Berdereş hatine wergirtin.

Ta niha 125 çadir hatine amadekirin ku piştî wergirtina zanyariyên wan, ew koçber ji bo nav wan çadiran têne veguhestin.

Li gor Rêveberiya Kampa Berdereş, ew dê di zûtirîn dem de hemû rêkarên îdarî û yasayî temam bikin.

Aram Hadî, Rêveberê Kampa Berdereş ji Rûdawê re got, “Piştî dana kelûpelên sereke ji bo penaberan. Zanyarî ji wan têne wergirtin û piştre karûbarên wan birêve dibin weku îqame û formê.”

Ji 15 meha bihorî ve dergehê Pêşxabûr-Sêmalka hatiye girtin.

Ji 4 vê mehê û ta niha hezar û 25 kes ji Rojavayê Kurdistanê bi qaçaxî derbasî Herêma Kurdistanê bûne. Li gor wan pereyên ku bi qaçaxçiyan dayîn di navbera 250 ta 1500 dolaran deye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst