Hewlêr (Rûdaw) - Li Hewlêrê ji bo karmendên Wezareta Kar û Kar û Barên Civakî kurseke perwerdeya pêdagojiyê bi rê ve çû.
Birêvebirê Dezgeha Rwangayê Hesen Şêx Elaedîn diyar kir ku bi hevkariya Rêxistina Kar a Navneteweyî (ILO) 25 kes hatine perwerdekirin û ew îro bawernameyên pîşeyî werdigirin.
Li nivîsgeha Hewlêrê ya Dezgeha Rwangayê, merasîma bidawîhatina perwerdeya pêdagojiyê ji bo hejmarek karmendên Wezareta Kar û Kar û Barên Civakî ya Herêma Kurdistanê hat lidarxistin.
Bawername hatin dayîn
Birêvebirê Dezgeha Rwangayê Hesen Şêx Elaedîn di merasîmê de gotarek pêşkêş kir.
Kurs bi hevkariya Birêvebiriyên Giştî yên Perwerde û Dabînkirina Civakî ya Hewlêrê û Rêxistina Kar a Navneteweyî (ILO) hate lidarxistin.
Hesen Şêx Elaedîn da zanîn, ew karmendên Wezareta Kar û Kar û Barên Civakî yên ku îro bawernameyên pîşeyî werdigirin, êdî bi fermî dibin rahêner.
Birêvebirê Dezgeha Rwangayê Hesen Şêx Elaedîn got:
"Em hêvî dikin ku ew karibin destê kar li Herêma Kurdistanê vejînin û bi pêş bixin."
Armanca pergala pêdagojiyê ango zanista dersdayînê, perwerdeya mamoste û rahêneran a di warên cuda de ye.
Hesen Şêx Elaedîn eşkere kir ku kursê di nava du hefteyan de 100 demjimêr ajotiye.
Dezgeha Rwangayê û Rêxistina Kar a Navneteweyî (ILO) bi hevbeşî mesrefên kursa perwerdeya pêdagojiyê girtin ser xwe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse