Erdogan: Eger bixwazin ez dê bi Şandeya Îmraliyê re hevdîtinê bikim

12-03-2025
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku eger Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê daxwaza hevdîtinê bike ew dê qebûl bike.

Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan îro li civîna koma partiya xwe axivî.

Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku dê Tirkiyeyê bikin çavkaniya aramiya herêmê û navendeke dîplomasiya aştiyê.

"Kemîneke heta tu bêjî qirêj datînin ber biratiya gelê me"

Erdogan derbarê êrişên li dijî Elewiyên li berava Sûriyeyê û karvedanên wê yên li Tirkiyeyê got:

“Çalakiyên terorê yên bermahiyên rejima berê ya li Sûriyeyê derdixin pêş û kemîneke heta tu bêjî veşartî û qirêj datînin ber biratiya gelê me.

Kesên ku bi salan di navbera me de cudakariya Tirk-Kurd, laîk-antîlaîk, pêşverû-paşverû û Elewî-Sunî derxistin, rojên dawî bi pey hinek senaryoyên din ketine.

Parastina yekîtî, pêşketin, ewlehî û aramiya Tirkiyeyê wezîfeya me hemûyan e û dijî gelê me mesûliyeteke hevpar e."

"Divê CHP tobe bike"

Erdogan rexne li CHPyê girt û wiha axivî:

“Rêvebiriya CHPyê divê êdî ji siyaseta ku dixwaze agirê li Sûriyeyê berde welatê me tobe bike.

Birêz Ozelê Serokê Giştî yê CHPyê gava di nava partiya xwe de dikeve tengasiyê, mixabin li derve zimanekî hîn tûj, nezan û kirêt bi kar tîne.

Heyf û mixabin di CHPyê de Serokê Giştî diguhere jî hişmendiya faşîst di ciyê xwe de disekine.”

"Ez dê hevdîtinê qebûl bikim"

Serokkomarê Tirkiyeyê piştî axavtinê li parlamentoyê bersiv da pirsên rojnamegeran.

Wî li ser pirsa “Hûn dê bi DEM Partiyê re hevdîtinê bikin?” got, “Eger daxwaza hevdîtinê bikin ez dê bi Şandeya Îmraliyê re hevdîtinê bikim.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst