Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Girê Sor a ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê minûbûsa karkerên çandiniyê û barhilgerek li hev qelibîn. Di bûyerê 21 kes birîndar bûn û rewşa 3 ji wan dijwar e.
Li gor zanyariyan roja Dûşemê 12ê Hezîrana 2023an li navçeya nêzîkî taxa Aycanatê ya navçeya Girê Sor a Rihayê minûbûsa karkerên çandiniyê û barhilgirek li hev qelibîn.
Di encama bûyerê de 21 kes birîndar bûn. Rewşa 3 ji wan birîndaran dijwar e.
Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustî çûn cihê bûyerê û birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Girê Sor veguhestin. 3 birîndarên ku rewşa wan giran, piştî midaxaleya destpêkê bo Rihayê hatin şandin.
Hêzên ewlekariyê jî derbarê bûyerê de lêkolîn dan destpêkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse