Hewlêr (Rûdaw) – Di rûniştina îro ya doza kuştina serokê berê yê Baroya Amedê Tahir Elçî de biryar hat dayîn.
Nûçegihanê Rûdawê Abduselam Akinci ragihand ku derbarê 3 polîsên ku ji vê kuştinê tên darizandin biryara beraetê hat dayîn.
Derbarê her sê polîsên bi navên Sînan Tabur, Fuat Tan û Mesut Sevgî yên ku di dema kuştinê li cihê bûyerê bi tohmetê “bi qisûra zanebûn bûne sedema kuştinê” doz hatibû vekirin.
Ji bo gumanbarê firarî Ugur Yakişir jî ku ji heman dosyayê tê darizandin bi îdiaya “Kuştina 2 polîsan û têk dana yekitî û yekparetiya dewletê” doz hatibû vekirin.
Rûniştina 11emîn a doza serokê berê yê Baroya Amedê Tahîr Elçî ku sala 2015an hatibû kuştin li Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bi rê ve çû.
Piştî parastinên hatin kirin, şandeya dadgehê biryara xwe eşkere kir.
Dadgehê derbarê her sê polîsên tên darizandin biryara beraetê da.
Parêzeran helwesta şandeya dadgehê protesto kir.
Parêzerên dozê berî ku biryar were eşkerekirin ji salaona ku rûniştina dozê bi rê ve diçû derketin.
Hinek parlamenterên DEM Partiyê, parlementerê CHPyê Sezgin Tanrikulu û serokên çend baroyan li ber Mînareya Çarling a Sûra Amedê cihê ku Tahîr Elçî hatî kuştin, civiyan û daxuyanî da.
Serokê Baroya Amedê Nahît Eren li ser navê parêzerên dozê daxuyanî xwend.
Nahît Eren diyar kir ku ew wê biryarê qebûl nakin û got ku teqez tawanber tê rojekê bên cezakirin.
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan di axaftina xwe de diyar kir ku biryara di dozê de hatiye dayîn siyasî ye û ew dest ji şopandina vê dozê bernadin.
Doganê got li Tirkiye kuştinên bi vî awayî bi biryarên siyasî tên kirin û di berjewendiya desthilatê de biryar tên dayîn.
Çi bûbû?
Tahîr Elçî 28ê Çiriya Paşîna 2015an dema ku ji bo şermezarkirina hilweşandina Minareya Çarling a dîrokî ya li navçeya Sûrê daxuyanî dida medyayê di êrişeke çekdarî de gule li serê wî ketibû û canê xwe ji dest dabû.
Doza Tahîr Elçî piştî kuştina wî bi 5 salan hatibû vekirin û yekemîn rûniştina dozê 21ê Çiriya Pêşîna 2020î hatibû kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse