Neteweyên Yekbûyî li ser îmhakirina çekan a PKKyê axivî

12-07-2025
RÛDAW
Nîşan PKK Neteweyên Yekbûyî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Neteweyên Yekbûyî piştî danîna çekan a komeke gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) da zanîn heger alî daxwaz bikin ew amade ne piştgiriyê bidin pêvajoyê.

Di merasîmeke li Şikefta Caseneyê ya di nava sînorê navçeya Dûkanê ya parêzgeha Silêmaniyê de doh komeke gerîlayên PKKyê wekî “nîşaneya niyetpakiyê” ya ji bo serkeftina pêvajoya çareseriyê çekên xwe şewitandin.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric di bersiva pirsên rojnamegeran de behsa “rêkeftina” di navbera Hikûmeta Tirkiyeyê, Rêberê girtî yê PKKyê Abdullah Ocalan û DEM Partiyê de ya ji bo serkeftina pêvajoya çareseriyê kir û got:

“Em bi germî pêşwaziya çalakkirina rêkeftinê dikin; em hêvîdar in bibe teşwîqker ji bo gavên zêdetir ên ber bi aştiyeke mayînde ve li herêmê.”

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku ew li benda daxwazeke fermî ne ji bo ku rola xwe bilîzin û wiha pê de çû:

“Eger ji me were xwestin em amade ne bi her awayî piştgiriyê bidin vê pêvajoyê.”

Di merasîmê de 30 gerîlayên ku di nava wan de Hevseroka Desteya Birêvebir a KCKyê Besê Hozat û sê berpirsên din ên payebilind hebûn çekên xwe şewitandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst