Dayîka Besê Hozatê ji Rûdawê re got: Ez dê ji bo keça xwe 7 qurbanan serjê bikim

12-07-2025
Ali Haydar Gozlu
Nîşan Geyîk Oran Besê Hozat PKK
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) – Xezal Orana dayîka Hevseroka Konseya Birêvebir a KCKyê Besê Hozatê ya 92 salî diyar kir ku ew dê ji bo keça xwe 7 qurbanan serjê bike.

Li ser banga Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan a 9ê Tîrmehê komeke 30 kesî ya gerîlayan ku Hevseroka Konseya Birêvebir a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Besê Hozat jî di nav de bû li Şikefta Caseneyê ya Silêmaniyê bi merasîmekê çekên xwe şewitandin.

Dayîka Hevseroka Konseya Birêvebir a KCKyê Besê Hozatê, Xezal (navê fermî Geyîk) Oranê got:

“Ji roja ku çûye ve min keça xwe nedîtiye, zêdetirî 30 salan e ku min ew nedîtiye.

Me ew wekî mirî dizanî. Min tim dua dikir û digot, Înşallah sax e û were.

Bila serbest be, were ez wê bibînim.

Ez tim duayan dikim, xwezî ev tiştên ku diqewimin rast bin lê ez hîn jî nikarim bawer bikim.

Ez dê ji keça xwe re qurbanan serjê bikim, canê min feda be jê re.

Du qurbanan jî şerjê dikim, heftan jî serjê dikim, tenê bila ez keça xwe bibînim.”

Zavayê malbata Besê Hozatê Yaşar Yildiz jî wiha axivî:

“Em bi hatina aştiyê kêfxweş bûn. Em dixwazin êdî êş bi dawî bibin, malbat ji hev cuda ne, em dixwazin aştî û demokrasî hebe.

Ez ji vê rewşê gelekî kêfxweş bûm, Înşallah em dê bigihêjin hev.

Bila werin li Tirkiyeyê siyasetê bikin, em dê kêfxweş bibin.

Dayîka wê jî kêfxweş e, eger bigihîje keça xwe dê qurbanan şerjê bike.

Ew dixwaze ku ev êş û şer raweste. 35 sal in keça xwe nedîtiye.”

Xezal (navê fermî Geyîk) Orana dayîka Hevseroka Konseya Birêvebir a KCKyê Besê Hozatê 92 salî ye û li navçeya Xozatê ya parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê dijî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst