Îsal çend kesan bi rêya Balafirgeha Amedê rêwîtî kiriye?

12-08-2023
RÛDAW
Nîşan Balafirgeha Amedê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di 7 mehên destpêka îsal de milyonek û 229 hezar û 910 kesan bi rêya Balafirgeha Amedê geştên esmanî kirine.

Wezareta Binesazî û Veguhestinê ya Tirkiyeyê amarên meha tîrmehê yên geştên esmanî yên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê belav kirin.

Li gorî amaran, di tîrmehê de Balafirgeha Amedê xizmet daye 175 hezar û 376 rêwiyan.

Ji wan rêwiyan 157 hezar kesan li nava Tirkiye û Bakurê Kurdistanê geştên xwe kirine 17 hezar û 777 jî çûne derveyî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê. 

Li gorî heman amaran, di tîrmehê de hezar û 23 balafir ji Balafirgeha Amedê firiyane û lê veniştine.

902 ji wan seferan ên navxwe, 121 sefer jî yên derveyî Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bûne. 

7 mehên ewil ên îsal milyonek û 229 hezar û 910 rêwiyan bi rêya Balafirgeha Amedê geştên esmanî kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst