Krîza li Balafirgeha Amedê: Sefer çima tên betalkirin?

1 demjimêr berê
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Mehmet Kaya û Galîp Ensarîoglu / Wêne: Rûdaw
Mehmet Kaya û Galîp Ensarîoglu / Wêne: Rûdaw
Nîşan Balafirgeha Amedê Mehmet Kaya Galîp Ensarîoglu Seferên Asmanî Betalkirin
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li Balafirgeha Amedê ji ber xerabûna pergala ALSê (Sîstema Ronîkirina Nêzîkbûnê) di mehên dawî de herî kêm 170 seferên balafiran hatin betalkirin.

Ji ber xirabûna pergala ALSê, di rojên ku mij û moran zêde ne hemû seferên balafiran ên Amedê tên rawestandin.

Ev yek dibe sedem ku xelk berê rexneyê xwe bide hikûmetê.

"Me amûra ALSyê anî"

Parlamenterên AK Partiyê didin zanîn ku wan destwerdan kiriye û ji bo guhertina pergala ALSê dest bi xebatan kiriye.

Li gorî wan, êdî li Balafirgeha Amedê ti sefer nayên betalkirin.

Parlamenterê AK Partiyê yê Amedê Galîp Ensarîoglu got:

"Me amûra ALSê anî. Niha li vir e. Amûra me ya mijê jî heye. Înşalah em dê êdî ti pirsgirêk nebînin.

Berê dema pîst dihat temîrkirin, balafirgeh dihat girtin. Firîn û sefer çênedibûn.

Li bajarên derdora me hêj jî wisa ye. Me li Amedê du pîst ava kirin ku ev pirsgirêk çênebin.

Me ev xizmet kiriye. Zivistana bê û salên din jî dê ev pirsgirêk êdî dernekevin."

"Heta niha ti pêşketinek tune"

Birêvebirên Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) ji nêzîk ve rewşa Balafirgeha Amedê dişopînin.

Li gorî wan, pirsgirêka li balafirgehê hêj çareser nebûye û tenê bicihkirina pergala ALSyê dê herî kêm 3 mehan biajo.

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê Mehmet Kaya got:

"Diviyabû temîrat ne di meha Kanûna Pêşîn de, di meha Adarê de pêk bihata. Eger wisa bikirana me dê dem qezenc bikira.

Mixabin pêşbînînekirin û ev nêrîna şaş Amed xist tengasiyê. Belê, eger mij nebe pirsgirêka firînê jî nabe.

Lê ji xeynî wê heta niha ti pêşketin, sererastkirin û guherînek tune."

Balafirgeha Amedê her çi qasî balafirgeheke navneteweyî be jî di heman demê de balafirgeheke leşkerî ye.

Li gorî gelek aliyan, ji bo çareseriyeke mayînde divê balafirgeh bi temamî sivîl be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst