Li Balafirgeha Amedê firîn hat rawestandin

30-05-2025
RÛDAW
Nîşan Balafirgeha Amedê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Balafirgeha Amedê ji ber derza ku li pîstê hat dîtin firîn bi awayekî demkî hat rawestandin.

Birêvebiriya Balafirgehê ragihand ku pîst bi zanyariya hewavaniyê ji firînê re hat girtin da ku ewlehiya rêwiyan bê garantîkirin.

Li gorî daxuyaniya Birêvebiriyê, doh saet 19:30ê di çavdêriyên asayî yên ku ji aliyê Fermandariya 8emîn a Jetan ve hatin kirin de hat diyarkirin ku li pîstê derz hene.

Li ser vê yekê hat ragihandin ku ji bo çareserkirina pirsgirêkê xebatan dest pê kiriye.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin: “Dema xebatên tamîrê bi dawî bibin firînê dê vegere rewşa asayî.”

Berpirsan her wiha da zanîn, ji bo ku asta mexdûriyeta rêwiyan were kêmkirin tedbîrên pêwîst hatine standin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst