Karayilan hûrgiliyên candana Nuredîn Sofî eşkere kirin

12-08-2025
RÛDAW
Nîşan Murat Karayilan PKK Nuredîn Sofî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Komîteya Birêvebir a PKKyê Murat Karayilan diyar kir ku fermandarê HPGyê Nuredîn Helef Mihemedê bi nasnavê Nuredîn Sofî meha Nîsana 2021ê li ser Çiyayê Gareyê di encama şopandinê de di êrişeke asmanî de canê xwe ji dest daye.

Baskê çekdarî yê PKKyê HPGyê jî ragihandibû ku yek ji fermandarên wan ên payebilind Nuredîn Helef Mihemedê  6ê Nîsana 2021ê di êrişeke asmanî ya artêşa Tirkiyeyê de canê xwe ji dest daye.

Murat Karayilan ji Stêrk TVyê re axivî û behsa çîroka jiyana Nuredîn Sofî kir.

Sala 1990î tevlî refên gerîlayan bû

Karayilan da zanîn ku Sofî li gundê Mişêrfeyê yê bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê, wekî zarokê herî biçûk ê malbateke 11 zarokî hatiye dinyayê.

Karayilan diyar kir ku Sofî sala 1990î dema ku li Helebê li zanîngehê beşa fîzîk-matematîkê dixwend tevlî xebatên rêxistinê bûye û piştre jî tevlî refên gerîlayan bûye.

Karayilan anî ziman ku Sofî di navbera salên 1990 û 1996an de 2 caran li cem Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan maye, wê demê li Şirnex û Wanê û di pêvajoyên piştre de jî li Başûrê Kurdistanê xebat meşandiye.

Murat Karayilan destnîşan kir ku wan Nuredîn Sofî sala 2003yan wekî “Fermandarê Eyaletê” şandiye Amedê û di Kongreya 9emîn a PKKyê de jî wekî endamê “Komîteya Navendî” hatiye hilbijartin.

Li Bexdayê hat girtin û bû Fermandarê Giştî yê HPGyê

Karayilan ragihand ku wan piştî sala 2005an Nuredîn Sofî ji bo xebatan şandiye Ewropayê lê ew li Balafirgeha Bexdayê hatiye girtin.

Piştî ku ji girtîgehê derketiye jî ji bo endamtiya “Konseya Birêvebir a KCKyê” hatiye hilbijartin û di salên 2007 û 2008an de jî li Rojhilatê Kurdistanê beşdarî xebatan bûye.

Karayilan anî ziman ku Sofî di navbera salên 2009-2013an de wekî “Fermandarê Giştî yê HPGyê” wezîfe kiriye û piştre jî bûye “Fermandarê Biryargeha Navendî”.

Pêvajoya Osloyê û şerê li gel Îranê

Karayilan bal kişand ser pêvajoya ku sala 2011ê di navbera MÎT û PKKyê de li Osloyê dest pê kiribû û ev tişt got:

“Hevdîtinên me yên Osloyê hebûn.

14ê Tîrmeha 2011ê komeke gerîlayan dema li ser çiyayan digerin rastî leşkeran tên.

Wisa dixuye ku şer û pevçûn derdikevin û 13 leşker tên kuştin.

Wan ev yek kir hincet û hevdîtinên Osloyê û pêvajoya agirbestê bi temamî bi dawî kirin.

Li ser têkçûna pêvajoya 2013-2015an gelek nîqaş tên kirin lê beriya wê jî hebû.”

Karayilan di wê pêvajoyê de bal kişand ser êrişa Îranê ya li Qendîlê û wiha pê de çû:

“Beriya wê, sala 2011ê şandeya me û şandeya Tirkiyeyê gihiştin mitabaqateke hevpar û protokol hat çêkirin.

Ew protokol teslîmî hikûmetê hat kirin. Şandeya me û şandeya dewletê di protokolê de li hev kiribû.

Em li benda wê bûn bê ka dê hikûmeta AK Partiyê çi bersivê bide.

Careke din pêvajo têk çû û şer dest pê kir. Şerekî gelekî dijwar bû.

Sala 2011ê li dijî gelek cihan êriş hatin destpêkirin.

Wê demê, di heman demê de Îranê jî êrişî Qendîlê kir.

Wê demê hinek dostên me agahî dan me, her du dewletan tifaq kiribû.

Ji ber vê yekê dewleta Îranê jî êrişî Qendîlê kir.

Ji ber ku li Qendîlê şerekî gelekî dijwar dihat meşandin, heval Nuredîn Sofî jî hat Qendîlê.

Demekê li Qendîlê ma.”

Sala 2013an çû Rojavayê Kurdistanê

Karayilan da zanîn ku Nuredîn Sofî sala 2013an derbasî Rojavayê Kurdistanê bûye, demekê di “qada siyasî” de wezîfe wergirtiye û piştre tevlî pêkhateya leşkerî bûye û beşdarî têkoşîna li dijî DAIŞê bûye.

Karayilan da zanîn ku Sofî Nîsana 2021ê ji bo serdanê çûye Gareyê û got:

“5ê Nîsana 2021ê em li Gareyê bi hev re bûn.

Wî dixwest biçe serdana BÎMa HPGyê bike. Ji cem me veqetiya.

Roja din, 6ê Nîsana 2021ê ji BÎMa HPGyê bi otomobîlê diçû Akademiya Şehîd Mahîr. Wan agahî wergirt ku keşf heye.

Ji ber vê yekê, bi hevalekî ciwan ê bi navê Bextyar re ji otomobîlê peya bûn.

Wan li herêmekê xwe parast.

Otomobîl çû, ew li wir man lê diyar e ku dijmin tesbît kiriye ku hinek kes li wir peya bûne.

Wan êrişeke asmanî bir ser cihê ku ew lê peya bûbûn.”

Karayilan destnîşan kir ku di wê êrişa li nêzîkî gundê Yekvanê de li gel Sofî endamekî din ê rêxistinê yê ji Wanê yê bi nasnavê “Bextyar” jî canê xwe ji dest daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst