Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojhilatê Kurdistanê di 20 rojên borî de herî kêm 8 ciwanan xwe kuştiye.
Li gorî raporeke rêxistineke mafên mirovan, rewşa xirab a aboriyê yek ji sedemên sereke yên xwekuştina ciwanan e.
Rêxistina Mafên Mirovan a Hanayê ragihand ku di 3 hefteyên borî de 8 ciwanan li bajarên Mehabad, Sine, Kirmaşan, Hersîn, Kûyeşt, Bokan û Pîranşarê xwe kuştiye ku 5 ji wan kur û 3 jî keç in.
Li gorî şopandina Hanayê ya derbarê sedema xwekuştina wan ciwanan derketiye holê ku wan ji ber xizanî û rewşa xirab a aboriyê, zewaca bi zorê û cudakariya zayendî xwe kuştiye.
Hikûmet û Saziya Tiba Dadî ya Îranê amarên xwekuştinê belav nakin lê Cîgirê Rêxistina Xweşguzeraniya Civakî ya Îranê Hesen Mûsewî da zanîn, li gorî amarên ku li ber destê wan in, xwekuştin zêde bûye û zextên civakî, çandî û aborî di vê zêdebûnê de roleke berbiçav dilîzin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse