MEREŞ – Ji ber kargehan bêhna pîs ji çem tê: ‘Dewlemend me diperçiqînin’

12-10-2023
RÛDAW
Çemê Aksûyê
Çemê Aksûyê
Nîşan Çemê Aksûyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê xelkê taxên Osman Bey û Aksûyê ji bêhna pîs a Çemê Aksûyê bêzar e.

Xelk dibêje ji ber ku kargeh li ser çem hatine danîn û avrêja wan hemû diherike wir, Çemê Aksûyê 16 sal in reş diherike û bêhn jê tê.

Qirêjî jî li ser jîngehê û xelkê navçeyê bûye metirsiyek mezin.

“Divê demildest pirsgirêk were çareserkirin”

Dikandarekî bi navê Suphi Ozdemir li ser bêhna pîs çem got:

“Ji ber ava qirêj kes nikare nêzîkî vir bibe. Dema otomobîl di ser pirê re derbas dibin şofêr neçar in ji ber bêhnê camên otomobîlên xwe bigirin.

Kargehên boyax û tekstîlê parzûnan bi kar nayînin, ji ber vê jî pirsgirêkeke wiha çêbûye, em dixwazin demildest ev pirsgirêk were çareserkirin.”

Çemê Aksûyê ku di Mereşê re derbas dibe û diherike ser Bendava Sirê.

Piştî ku sala 2007an li ser kargeh hatin çêkirin her ku çû qirêj bû û niha ketiye vî halî.

Welatî dibêjin bi taybetî di mehên havînê de mirov ji bêhnê nikare nêzîk bibe.

“Dewlemend me bi vî awayî diperçiqînin”

Ajeldarê bi navê Mehmet Kaya jî anî ziman:

“Berê ava çem paqij bû, me vedixwar. Mala min li vê jorê ye û me ava xwe ji vir dibir.

Ava vir spî wek şîr bû. Masiyên wê jî gelekî xweş bûn lê niha masî nemane yên mayî jî bêhn didin nayên xwarin.

Ji bêhnê em li mala xwe jî nikarin razin. Dewlemend me bi vî awayî diperçiqînin.”

Welatî ji parlamenter û berpirsan dixwazin ku vê pirsgirêkê bixin rojeva xwe û çareser bikin, daku ev metirsiya li ser jiyana wan û siberoja navçeyê nemîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst