Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê ji Rûdawê re ragihand ku hikûmeta Sûriyeyê rêkeftina 10ê Adarê hilweşandiye.
Îlham Ehmedê diyar kir ku destpêkirina şer ji aliyê hikûmeta Sûriyeyê ve hilweşandineke yekalî ya Peymana 10ê Adarê ye.
Îlhamê destnîşan kir ku ew wekî Rêveberiya Xweser heta niha pêbendî Peymana 10ê Adarê ne û anî got:
"Em ji bo dan û standina di çarçoveya Peymana 10ê Adarê de amade ne. Em li dijî şer in lê em amade ne ku parastina xwe bikin."
Li aliyê din aloziyên di navbera HSD û Artêşa Ereban a Sûriyeyê jî kûrtir dibin.
HSDyê ragihand ku komên çekdar ên hikûmeta Şamê du caran êrişî derdora Bendava Tişrînê kir.
Li gorî daxuyaniya HSDyê, di van êrişan de dronên xwekuj û topên giran hatine bikaranîn.
Hevdem li gel van êrişan, gundê Um El-Merayê yê li başûrê Dêr Hafirê jî bi mûşekan hatiye topbarankirin.
Artêşa Ereban a Sûriyeyê Dêr Hafir û Meskene kirin herêmên leşkerî
Desteya Operasyonan a Artêşa Ereban a Sûriyeyê hişyariyeke belav kir û Dêr Hafir û Meskene wekî "herêma leşkerî ya girtî" ragihandin.
Artêşa Ereban a Sûriyeyê îdia kir ku ew herêm bûye cihê rabûna dronên xwekuj ên Îranî yên ku bajarê Helebê bombebaran dikin.
Di daxuyaniyê de Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi komkirina hêzan û hevkariya bi PKKyê û “bermahiyên rejîma rûxiyayî" ve hatin tohmetbarkirin.
Artêşa Ereban a Sûriyeyê nexşeyek belav kiriye û dibêje:
“Herêma ku bi rengê sor hatiye diyarkirin, ji vê dîrokê pê ve wekî herêma leşkerî ya girtî tê hesibandin.”
"Vekişin rojhilatê Feratê"
Di daxuyaniyê de bangî sivîlan hat kirin ku ji baregehên HSDyê yên li wê herêmê dûr bisekinin.
Her wiha hişyarî hat kirin û hat gotin:
"Divê hemû komên çekdar ên li vê herêmê vekişin rojhilatê Feratê. Canê xwe biparêzin."
Artêşa Ereban a Sûriyeyê îdia kir ku ji bo rêgirtina li bikaranîna vê herêmê ya ji bo operasyonan ew dê hemû gavên pêwîst bavêjin.
Îlhamê diyar kir ku bûyerên dawî yên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê bi şerekî medyayî yê li dijî Kurdan dest pê kiriye.
Ehmedê destnîşan kir ku Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê bi awayekî fermî operasyoneke leşkerî li dijî wan her du taxan ragihandiye û ev yek bûye sedema krîzê.
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve derbarê hêzên li taxan de got, "Li her du taxan hêzên HSDyê tunebûn.
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hebûn û ew jî li gorî rêkeftina 1ê Nîsanê vekişiyabûn."
Ehmedê eşkere kir ku hikûmetê bi hinceta hebûna HSDyê bi 80 tankan êrişeke dijwar daye destpêkirin û di encamê de 48 kesan canê xwe ji dest daye.
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve bal kişand ser beşdariya komên tundrew û biyanî û got, "Endamên rêxistina DAIŞê, Uygur û çekdarên biyanî beşdarî êrişa li ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê bûn."
Ehmedê her wiha anî zimên ku komên êrişkar binpêkirinên hovane pêk anîne.
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve bi bîr anî ku yek ji mercên rakirina cezayên Amerîka û welatên Rojavayî yên li ser Sûriyeyê parastina pêkhateyan û dûrxistina biyaniyan bû.
Ehmedê got, "Hikûmetê berevajî vê yekê kiriye û êrişî Elewî, Durzî, Xristiyan û niha jî Kurdan kiriye. Divê Amerîka helwesta xwe ya li hemberî hikûmeta Sûriyeyê zelal bike."
Ehmedê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew piştgiriya diyalog û domandina dan û standinan dikin lê şertê wan ew e ku êriş werin rawestandin û parastina xelkê Heleb û Efrînê were misogerkirin.
“Kurd tên qetilkirin”
Li aliyê din, Hevseroka Desteya Dan û Standinan a Rêveberiya Xweser Foza Yûsifê jî ragihand ku li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê, her roj bi sedan Kurd rastî "paqijkirina neteweyî" tên.
Fozayê xwest ku derbarê van kiryarên ku sivîlan dikin hedef lêpirsîneke navneteweyî were destpêkirin.
Yûsifê her wiha bang kir ku Neteweyên Yekbûyî komîteyekê bişîne da ku rewşa ewlehiyê ya li wan her du taxan bişopîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse