Hewlêr (Rûdaw) – Tuncer Bakirhan eşkere kir ku yên ku ji bo Xezeyê digirîn û ji bo Helebê li çepikan didin dijminên Kurdan in.
Hevserokê Giştî yê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tuncer Bakirhan di civîna heftane ya koma partiya xwe ya li parlamentoyê de li ser pêşhatên Heleb, Îran û cîhanê axivî.
Bakirhan bal kişand ser êrişên li dijî Kurdan ên li Helebê û got:
"Bêyî ku ez gotinê bizivirînim û bişewirînim, bi awayekî zelal bibêjim: Li Helebê ceribandineke nû ya Helebceyê hat kirin.
Em ji vir bangî wan kesên ku hesabên tarî dikin dikin: Hûn nikarin bi girtina Kurdan a di 'kîska qirkirinê' de, rejîmên xwe yên rizîdar li ser pêyan bihêlin."
"Li Helebê provaya qirkirinê hat kirin"
Tuncer Bakirhan diyar kir ku di nava 10 rojên dawî de çav û guhên wan li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê bûn û wiha pê de çû:
"Dema ku cîhan behsa haydûtiyên li Venezuela û Karayîpan dikir, li ber pozê me, li Helebê provayeke bêdeng a qirkirinê hat kirin û ev yek hîn jî didome.
Rejîma Şamê û çeteyên di bin kontrola Tirkiyeyê de, ji bo temamkirina karê ku DAIŞê nîvco hiştibû ketin tevgerê."
Bakirhan bi bîr anî ku wan di weşanên zindî de dît ku endamên DAIŞê bi heman unîformayan êrişî taxan dikin û got, "Em vê zihniyetê baş nas dikin. Em ji Enfalê nas dikin, ji Şingalê nas dikin ku jin di bazarên koletiyê de difirotin.
Em wan ji wê alçaxiya ku şervaneke Kurd a dîlgirtî ji avahiyê avêtin xwarê jî nas dikin."
"Pirsgirêka Sûriyeyê birêvebiriya nijadperest e"
Hevserokê DEM Partiyê destnîşan kir ku pirsgirêka Sûriyeyê ne Kurd, Elewî yan jî Durzî ne û got: "Pirsgirêka Sûriyeyê têgihiştina birêvebiriya Selefî, yekperest û nijadperest e.
Ew aqilê îflaskirî ye ku hemû derfetên xwe seferber dike da ku Kurd dayîka xwe nebîne."
Bakirhan her wiha rexne li Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê girt ku ragihandibû ew amade ne piştgiriyê bidin rejîma Sûriyeyê û got:
"Hinekî empatiyê bikin. Xwe deynin cihê Kurdekî ku welatiyê vî welatî ye. Ev dîmen çi nîşanî we dide? Yên ku edebiyata biratiyê dikin; eger we bi qasî mafê Tirkên Qibrisê, mafê Kurdên Helebê jî biparasta, ev rastiya sar dê derneketiba holê."
"Demokrasî ji bo Îranê deriyê yekane yê xilasiyê ye"
Bakirhan li ser xwenîşandanên li Îranê jî axivî û diyar kir ku gelên di bin enflasyona bilind û bêkariyê de diçewisin, bi awayekî aştiyane îtiraz dikin.
Hevserokê DEM Partiyê di berdewamiyê jî de got,"Bersiva rejîmê dîsa heman e: Cop, desteserkirin, girtîgeh û tehdîta îdamê. Ti desthilatdarî nikare li dijî îradeya welatiyên xwe mayînde bibe.
Hûn nikarin bi birîna înternetê û pêwendiyan pirsgirêkan çareser bikin."
Bakirhan da zanîn ku demokrasî ji bo Îranê ne tehdîta bekayê ye lê deriyê yekane yê xilasiyê ye û got:
"Paşeroja Îran û Rojhilata Navîn di bin siha cop û sêpêyên îdamê de nayê avakirin.
Tenê li ser zemîneke demokratîk ku Kurd, Faris, Azerî, Belûç, jin û ciwan wekî welatiyên wekhev bin, dikare were avakirin."
"Em li gel berxwedana mafdar a gelan in"
Bakirhan di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser sala 2026an û diyar kir ku cîhan mîna avahiyeke ku hîmê wê şikestiye diheje.
Tuncer Bakirhan got ku di vê serdema nû de erkê wan avakirina siyaseteke demokratîk û xwedîderketina li "Rêya Sêyem" e.
Bakirhan di dawiyê de teqez kir ku ew li gel berxwedana mafdar a gelan û li gel azadiyan in.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse