Sûriye: Ji bo tenduristiya Hisîçayê 10 milyon dolar hatine veqetandin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Mûseb Elî Sûriye Nûredîn Îsa Ehmed Hisîça
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Tenduristiyê yê Sûriyeyê Mûseb Elî li Hisîçaya Rojavayê Kurdistanê eşkere kir ku ji bo sektora tenduristiyê ya Hisîçayê 10 milyon dolar hatine veqetandin.

Mûseb Elî îro bi şandeyeke bilind re gihîşt Hisîçayê da ku dest bi proseya 'tevlîbûnê' ya di navbera saziyên Şam û Rêveberiya Xweser de bike.

Wezîrê Tenduristiya Sûriyeyê mizgîniya veqetandina 10 milyon dolaran da û teqez kir ku karmendên heyî yên sektora tenduristiyê dê ji kar neyên derxistin.

Wezîrê Tenduristiyê yê Sûriyeyê ragihand ku şandeya wezaretê ji bo destpêkirina pêvajoya tevlîbûnê û piştgiriya di warê amûr û pêdiviyên bijîşkî de parêzgeha Hisîçayê ziyaret kiriye.

Mûseb Elî di konferanseke rojnamegeriyê de axivî û diyar kir ku berpirsên wezaretê, birêvebirên saziyên tenduristiyê, lênêrîna tenduristiyê ya seretayî û têmên beşa lezgîn bi wî re ne da ku dest bi pêkanîna planê tevlêbûnê bikin.

“Em hewl didin xizmetguzariyên tenduristiyê bigihînin her deverê”

Wezîr di heman demê de teqez kir ku karmendên tenduristiyê yên heyî dê li ser karê xwe bin.

Wezîrê Tenduristiyê yê Sûriyeyê her wiha da zanîn ku doh bi şev ew bi Wezîrê Darayiyê re axiviye û ragihand ku 10 milyon dolar ji bo piştgiriya xizmetguzariyên bijîşkî, avahî û amûrên li Hisîçayê hatine veqetandin.

Mûseb Elî teqez kir ku Wezareta Tenduristiyê bi Wezareta Karên Derve re jî pêwendî daniye da ku gihîştina xizmetên rêxistinên navneteweyî ji bo herêmê hêsantir bike.

Wezîrê li ser zehmetiya gihandina xizmetan ji bo hinek deveran jî got:

"Em bi hemû aliyên peywendîdar re di têkiliyê de ne da ku gihîştina xizmetan hêsan bikin, çi amûr bin, çi ambulans an derman bin.

Me 10 amûrên nû yên şûştina gurçikan û 2 ambulans bi xwe re anîn ku dê di bin çavdêriya Birêvebiriya Tenduristiyê ya Şamê de bên belavkirin."

Wezîrê Sûriyeyî li ser pêvavjoya tevlêbûna karmendan jî axivî û ew pêvajo wekî "pêvajoyeke teknîkî ya safî" bi nav kir ku dê birêvebirê tenduristiyê bi tîma heyî re bi rê ve bibe.

Mûseb Elî teqez kir ku hemû karmendên ku li Hisîçayê kar dikin karmendên Wezareta Tenduristiyê ne û ew spasiya wan û karê wan dikin.

"Serdana yekem a ji bo destpêkirina tevlîbûnê"

Parêzgarê Hisîçayê Nûredîn Îsa Ehmed jî di konferansa rojnamegeriyê de axivî û got, "Em bi serdana wezîr û şandeya pê re kêfxweş in."

Parêzgarê Kurd da zanîn ku ev "serdana yekem" a ji bo Hisîçayê ye ji bo destpêkirina tevlîbûna di navbera saziyên Şam û Rêveberiya Xweser de.

Nuredîn Îsa Ehmed bal kişand ser wê yekê ku ev serdan pêngava yekem e û dê pêngavên din li pey bên da ku pêvajoya tevlîbûnê pêk were û "bi awayekî bi lez" dest bi xizmetkirina welatiyan bikin.

“Pêvajoya entegrasyonê îro dest pê dike”

Birêvebirê Tenduristiyê yê Hisîçayê Xalid Xalid jî di konferansê de axivî û got:

"Dê piştgiriyeke mezin hebe û em ji îro ve dest bi pêvajoya tevlîbûna di navbera Rêveberiya Xweser û dewleta Sûriyeyê de dikin.

Em dê ti karmendên heyî yên di sektora tenduristiyê de dixebitin ji kar dernexînin.

Her kes tê vexwendin da ku kar bike û pêvajoya entegrasyonê serkeftî bibe û em giraniyê didin çavkaniyên mirovî yên ku li parêzgeha hene."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst