Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de bi Serokê Azerbeycanê Îlham Aliyev re civiya.
Nêçîrvan Barzanî û Îlham Aliyev ji bo xurtkirina pêwendiyên dualî û vekirina konsulxaneyê, li Munîhê civiyan.
Li gorî Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de pêwendiyên Azerbeycanê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re û derfetên bipêşvebirina hevkariya dualî di warên cuda de hatin gotûbêjkirin.
Her du aliyan teqezî li ser girîngiya bihêzkirina pêwendiyên aborî û çandî û berfirehkirina hevkariyê kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê her wiha got:
"Di heman hevdîtinê de, li gel pirsa vekirina konsulxaneya Azerbeycanê ya li Herêma Kurdistanê, derbarê rewşa siyasî ya herêmê û çend mijarên girîng ên hevbeş de dan û standin hat kirin."
Serok Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Xê derbarê hevdîtinê de wiha nivîsî:
"Gelek kêfxweş im ku li Munîhê bi Serok Îlham Aliyev re civiyam.
Me li ser warên potansiyel ên hevkariyê yên di navbera Îraq, Herêma Kurdistanê û Azerbeycanê de û li ser mijarên din gotûbêj pêk anîn."
#WÊNE - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê bi Serokkomarê Azerbeycanê Îllham Alîyev re civiya
— RudawKurdi (@RudawKurdi) February 13, 2026
📸Serokatiya Herêma Kurdistanê#MSC2026 pic.twitter.com/RWguqbuDpy
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse