Nûnerê Yekgirtûyê: PKK dê çekên xwe li Qendîl, Amêdî û Rojavayê Kurdistanê deyne

13-05-2025
RÛDAW
Nîşan Kongreya PKKyê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû) Dr. Luqman Baskederî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû) yê Tirkiyeyê Dr. Luqman Baskederî eşkere kir ku PKK dê çekên xwe li Qendîl, Amêdî û Rojavayê Kurdistanê deyne.

Dr. Luqman Baskederî li ser biryara çekdanîna PKKyê û gavên pişt re yên pêvajoya aştiyê ji Rûdawê re axivî.

Nûnerê Yekgirtûyê dibêje, pêvajoya aştiyê ji çend qonaxan pêk tê, biryara çekdanîn û cîbicîkirina wê biryara herî girîng e û niha Tirkiye ji aliyê qanûnî ve gavên girîng li pêş hene.

Li gorî gotina Dr. Luqman Baskederî, bêyî Herêma Kurdistanê, zehmet e pêvajoya aştiyê serkeftî bibe.

Dr. Luqman Baskederî ji got, "Çend qonaxên pêwîst ên pêvajoya aştiyê hene, biryara çekdanîn û cîbicîkirina wê biryara herî girîng e, li gorî zanyariyan jî PKK dê li Qendîl, Amêdî û Rojavayê Kurdistanê çekên xwe deyne.

 Qonaxeke din jî ew e ku serkirde û kadroyên wan ên navendî diçin ku derê ev yek bi hêsanî nayê çareserkirin.

Ji ber ku dem û amadekarî pêwîst e, niha behsa wê jî tê kirin ku aliyekî sêyem bikeve nav pêvajoyê, ji ber ku ne hêsan e ew serkirde û kadro li nav Tirkiyeyê bi cih bibin.

Ji ber wê yekê dibe ku aliyekî sêyem beşdar bibe."

“Tirkiye dixwaze hemû komên girêdayî PKKyê çekên xwe deynin”

Nûnerê Yekgirtûyê yê Tirkiyeyê her wiha dibêje, "Hinek ji serkirde û kadroyên PKKyê dosyeyên wan hene û ew jî divê bên çareserkirin, li gel mijara milk û samanê PKKyê ku ka dê çawa û çi lê bê kirin.

Tirkiye her wiha dixwaze ne tenê PKK belkî hemû grûpên din ên girêdayî PKKyê ve jî çekan daynin û xwe hilweşînin."

Bi baweriya Dr. Luqman li ser paşeroja gerîlayên PKKyê jî got, “Erk û qonaxa herî giran piştî van qonaxan ew e ku dê gerîlayên PKKyê dê çawa vegerin nav Tirkiyeyê ku dê bi rêya DEM Partiyê be yan partiyeke din ava bikin û beşdarî di hilbijartinan bibin an na ew hîn ne zelal e.”

“Herêma Kurdistanê dê bibe aliyê sêyem”

Derbarê rola Herêma Kurdistanê ya di pêvajoyê jî de Nûnerê Yekgirtûyê yê Tirkiyeyê got:

"Ev pêvajoya aştiyê bêyî Herêma Kurdistanê zehmet e serkeftî bibe ya ku em dibînin ew e ku pêwîst e Herêma Kurdistanê beşdarî vê pêvajoyê bibe.

Dibe ku Herêma Kurdistanê bibe aliyê sêyem di pêvajoyê de.

Di hemû gotûbêjên pêvajoya aştiyê de jî Herêma Kurdistanê beşdar bûye.

Niha ji aliyê qanûnî ve gavên girîng li pêş Tirkiyeyê hene wekî nimûne, ew endamên PKKyê ku ti dosya li ser wan nînin, ji ber wê yekê rê tê dayîn ku ew vegerin nav xizmên xwe.

Li aliyê din, her wiha behseke germ heye ku destûra Tirkiyeyê jî tê guhertin."

Piştî 41 salan ji xebata çekdarî, 12ê Gulanê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) biryar da ku xwe fesix bike û çekan deyne lê pêvajo hîn neketiye qonaxa pratîkî.

PKKyê biryarên kongreya 12an ku bi beşdariya 232 endaman pêkhatibû eşkere kirin.

Li gorî biryaran, “PKK hat fesixkirin, têkoşîna çekdarî qediya û xebatên li ser navê PKKyê qediyan.”

PKK 27ê Çiriya Paşîn a 1978an li Bakurê Kurdistanê hat damezirandin, sala 1982yan di kongreya duyem de li dijî Tirkiyeyê biryara şerê çekdarî stand û 15ê Tebaxa 1984an li navçeya Dihê ya Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê êrişî baregehên leşkerî yên Tirkiyeyê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst