Hewlêr (Rûdaw) – Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê çavê xelkê êdî li parlamentoyê da ku di warê yasayê de guhertin bên kirin.
Piştî ku PKKyê bi danezana kongreya xwe ya 12an dawî li şerê çekdarî anî û biryara xwefesixkirinê stand êdî tê çaverêkirin ku li Parlamentoya Tirkiyeyê di warên yasayî de guhertinên yasayî bên kirin.
Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş diyar kir ku pêvajo dê li parlamentoyê bê meşandin. Gelo dê çi gav bên avêtin?
Tê pêşbnîkirin ku pêvajoya çekdanîna PKKyê, cihê danîna çekan, koordînasyona teknîkî, rewşa rêveber û endamên rêxistin dê ji aliyê rayedarên dewletê û Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan bê meşandin.
Her wiha Îraq û Herêma Kurdistanê jî dê di nava hevahengiyê de bin.
Li aliyê din, tê payîn ku di vî warî de gava yekem a sererastkirina yasayî dê di pakêta 10emîn de pêk were.
AK Partî û DEM Partî xwe amade dikin piştî Cejna Qurbanê paketa yasayî bînin rojeva parlamentoyê û li deriyê partiyên mixalefetê bidin.
Hem AK Partî hem jî DEM Partî di wê baweriyê de ne ku gavên yasayî û hiqûqî yên pêvajoyê dê gav bi gav bên bicihanîn û ecele nayê kirin.
Tê payîn ku di demek nêz de bi rêziknameyên îdarî gav bên avêtin wekî başkirina şert û mercên girtîgehê yên Abdullah Ocalan.
“Ji bo Abdullah Ocalan mafê hêviyê di rojevê de ye”
Li gorî zanyariyên Rûdawê yên ji çavkaniyên AK Partiyê wergirtiye dê heta hefteyekê derfet bên avakirin ku Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan hevdîtinan bi şandeyên sivîl û siyasî û rojnamegeran re bike.
Çavkaniyeke ji AK Partiyê eşkere kir ku rêya tehliyekirina Ocalan a di çarçoveya "mafê hêviyê" jî yek ji daxwazên DEM Partiyê û Seorkê Giştî yê MHPyê Bahçelî ye û Bahçelî jî piştgiriyê dide wê daxwaza DEM Partiyê.
Li gorî wê berpirsê AK Partiyê, dilgiraniya AK Partiyê ew e ku bêyî piştgiriya raya giştî ti gav neyên avêtin.
Li aliyê din, dema ku tê gotin ku dê hêzên ewlehiyê pêvajoya çekdanîna PKKyê bişopînin di hema demê jî de sererastkirina yasayî ya ji bo vegera endamên rêxistinê yên jî tê şîrovekirin.
Li gorî wê çavkaniya AK Partiyê rewşa kesên ku tevlî şer û operasyonan bûne û yên ku tevlî operasyonan nebûne divê ji hev cuda bên nirxandin.
Berpirsên AK Partî û DEM Partiyê dibêjin, mijara vegera endamên PKKyê ji bo Tirkiyeyê dê piştî bidawîbûna qonaxa çekdanînê were rojeve û di wî warî de dê eceleyê nekin.
Li aliyê din, tê pêşbînîkirin ku ji bo girtiyên nexweş, girtiyên ku zêdeyî 25 salan di girtîgehê de mane û yên ji ber dozên “propaganda û endamtiya PKKyê” ji neçarî ji Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê jî derketine dê guhertinên yasayî bên kirin.
Li gorî zanyariyan, dê di Yasaya Cezayê ya Tirk û Yasaya Têkoşîna li Dijî Terorê de guhertin bên kirin.
Guhertina Yasaya Cezayê ya Tirk û Yasaya Têkoşîna li Dijî Terorê dê kengî were rojevê?
Bi guhertinên Yasaya Cezayê ya Tirk û Yasaya Têkoşîna li Dijî Terorê tê pêşbînîkirin ku qeyûmên ku li ser şaredariyên CHP û DEM Partî hatine tayînkirin jî ji erkên xwe bên standin.
Tê çaverêkirin ku li cihên qeyûman meclisên şaredariyan di nav xwe hilbijardinê bikin û kesekî wekî şaredar hilbijêrin.
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş di vê çarçoveyê de jî amaje bi pêşengiya parlamentoyê kir û got:
Ev pêvajo, ne tenê ji bo Tirkiyeyê, ji bo aştî û îstiqrara tevahiya herêmê jî derfeteke dîrokî ye.
Tirkiyeyeke bêteror, bi beşdariya gelê me, bi îradeya meclisa me û bi berpirsiyariya me ya hevpar wê şîn bibe.
Ev deriyê ku ji bo paşerojeke bê tundî û demokrasiyeke pirreng hatiye vekirin, divê hêviyên milletê me mezin bike; divê saziya siyasî van hêviyan bêbersiv nehêle.”
Piştî 41 salan ji xebata çekdarî, 12ê Gulanê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) biryar da ku xwe fesix bike.
PKKyê biryarên kongreya 12an ku bi beşdariya 232 endaman pêk hatibû eşkere kirin.
Li gorî biryaran, “PKK hat fesixkirin, têkoşîna çekdarî qediya û xebatên li ser navê PKKyê qediyan.”
PKK 27ê Çiriya Paşîn a 1978an li Bakurê Kurdistanê hat damezirandin, sala 1982yan di kongreya duyem de li dijî Tirkiyeyê biryara şerê çekdarî stand û 15ê Tebaxa 1984an li navçeya Dihê ya Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê êrişî baregehên leşkerî yên Tirkiyeyê kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse