Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê di navbera 2 malbatên ku berî 5 salan bûbûn xwînî de bi navbeynkariya rûspiyan aştî hat pêkanîn.
Li gundê Porgofê yê Mûşê malbatên Balkaya û Gîzlenciyan sala 2019an pev çûbûn.
Di encamê de 2 kes hatibûn kuştin û 3 kes jî birîndar bûbûn.
Rûspî û kesayetên herêmê ketin navberê û her du malbat ji bo aştiyê hatin razîkirin.
Malbatên Balkaya û Gîzlenciyan doh li mizgefta gundê Porgofê li hev civiyan.
Endamên her du malbatan di bin Quranê re derbas bûn, li hev hatin.
Mezinên her du malbatan ji ber lihevhatinê kêfxweşiya xwe anî ziman û spasiya kesên ku di aştiyê de keda wan derbas bûye kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse