Li Rihayê goreke bîrdarî ya dîrokî hat dîtin

13-07-2025
RÛDAW
Nîşan Riha Gora Bîrdarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Rihayê Hasan Şildak ragihand ku li navçeya Hewagê ya Rihayê bermayiya goreke bîrdarî hatiye tomarkirin.

Parêzgarê Rihayê Hasan Şildak di daxuyaniya xwe ya li ser medyaya civakî de diyar kir ku di çarçoveya Xebatên Envantera Çandî ya Rihayê de li navçeya Hewagê rastî avahiyeke dîrokî hatine.

Şildak anî ziman ku avahiya dîrokî li cihekî nêzîkî Çemê Firatê ye û ev agahî dan:

“Avahiya bi kemer a ku li ser xêza rojhilatrojava û bi plana çargoşe ye, bi qasî 3 metreyan di bin erdê de ye.

Dîwarê başûr kevirê bingehîn e û beşên din bi kevirên blok ên birî hatine honandin.

Li eniya rojava kemereke ku bi profîlên pileyî hatiye xemilandin tê dîtin.

Li pêşiya kemerê, parçeyên mîmarî yên avahiyê wekî kavil li erdê ne.

Ev avahî wekî goreke bîrdarî hatiye tomarkirin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst