Li Şirnexê zarokê 12 salî ji zinar ket û mir

13-08-2024
RÛDAW
Nîşan Şirnex Husnu Acer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Elkê ya parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê zarokekî 12 salî dema pezê xwe diçerand ji zinar ket xwarê û mir.

Li gorî zanyariyan, li gundê Hemkan ê girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê Husnu Acerê 12 salî dema li çiyayên gund pezê xwe diçerand lingê wî şemitî û ji zinar ket xwarê.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Di pişkinînên destpêkê de diyar bû ku zarokê 12 salî li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye.

Tîmên Tenduristiyê termê Husnu Acer ji bo otopsiyê bir Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst