Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê zarokê ku ji bo hênikbûnê ket coya avdaniyê xeniqî.
Li Amedê Muhammet Gultekînê ku ji bo xwe hênik bike kete coya avdaniyê, piştî demeke ji ber çavan wenda bû.
Li ser agahdarkirina kesên derdorê, tîma tendursitiyê, AFAD û tîma Rizgarkirina Binêavê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, îtfaiye û polîs çûn cihê.
Di lêgerîna li coya avdaniyê de cenazeyê Muhammet Gultekîn hat dîtin.
Tîmên tenduristiyê cenaze bi mebesta otopsiyê bir Saziya Bijîşkî ya Dadê ya Amedê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse