Stenbol (Rûdaw) - Pêvajoya çareseriyê ya ku li Tirkiyeyê bi hewldanên Devlet Bahçelî, Recep Tayyîp Erdogan û Abdullah Ocalan dest pê kiribû di qonaxa hevdîtina Ocalan û Komîsyonê asê maye.
Tevî ku Bahçelî bi xwe jî banga çûyîna Komîsyonê kiribû, heta niha ti gava berbiçav nehatiye avêtin û çav li biryara Komîsyonê ye.
Çav li biryara Komîsyonê ye
Xebatên guhdarîkirin û amadekirina raporan a pêvajoya çareseriyê ku li Parlamentoya Tirkiyeyê berdewam dike, ev demek e li benda biryara çûyîna Komîsyonê ya ji bo Îmraliyê rawestiyaye.
DEM Partî û Abdullah Ocalan ji bo berdewamiya pêvajoyê û gihîştina encamê, çûna Komîsyonê wekî gaveke "krîtîk" dibînin.
Abdullah Ocalan rûniştina bi Komîsyonê re wekî "bingeha yasayî û destûrî" ya pêvajoyê bi nav dike û li benda ziyareta endamên Komîsyonê ye.
Tevî banga eşkere ya Serokê MHPyê Devlet Bahçelî ku gotibû divê Komîsyon biçe giravê jî, heta niha ti biryarek derneketiye.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren li ser çûna Komîsyonê got:
“Ocalan mîmarê vê pêvajoyê ye. Abdullah Ocalan bangî rêxistina xwe kir û rêxistina wî jî piştgirî da biryara wî.
Ji bo ev pêvajo bigihê encamê pêwîst e bi Birêz Ocalan jî re hevdîtin bê kirin.
Parlementer li benda biryara Erdogan in
Li gorî îdiayan, hinek parlamenterên partiyan, bi taybetî yên AK Partiyê, ji bo çûna Îmraliyê dudil in.
Tê gotin ku ew parlamenter naxwazin berpirsiyariyê wergirin û li benda biryara rasterast a Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan in.
Li gorî heman îdiayan, ew ditirsin ku eger sibe pêvajo têk biçe, ew serdan ji bo wan bibe tawan.
Piştî Bahçelî, Erdogan jî di axaftineke xwe de girîngî dabû pêvajoyê û gotibû ku ew li benda biryara Komîsyonê ne.
Li aliyê din, Serokkomarê Tirkiyeyê wekî Bahçelî bi awayekî eşkere negot ku bila Komîsyon biçe Îmraliyê.
“Komîsyon dikare here Ocalan bibîne”
Komîsyona ku civîna xwe ya hefteya borî betal kiribû tê payîn ku vê hefteyê biryarekê bide lê ne diyar e ka ew biryar dê çi be û gelo dê hevdîtina bi Ocalan re kengî û çawa pêk were.
Parlamenterê berê yê AK Partiyê Zîver Ozdemîr jî li ser çûna Komîsyonê ya ji bo Îmraliyê got:
“6-7 parlamenter dikarin herin Îmraliyê û bi Birêlz Ocalan jî re biaxivin.
Mimkun e di vê meseleyê de di nava hin parlamenterên AK Partiyê ne razî bûn hebe û fikrên cuda hebin lê serokatiya AK Partiyê serkirdeyên AK Partiyê pêşengiya vê meseleyê dikin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse