Hewlêr (Rûdaw) - Pêleke gur a berfê bandor li beşek ji parêzgehên Bakurê Kurdistanê kir.
Di nav du rojan de rêyên 172 gund û gundikan li parêzgehên Wan û Colemêrgê hatin girtin.
Hat ragihandin ku xebatên vekirina rêyan didomin.
Welatiyên li Qersê dibêjin ku demeke zivistanê li ba wan dest pê kiriye û serma û seqemê bajar xistiye bin bandora xwe.
Welatî Serhat Yildiz got:
"Sê-çar roj in berf bê navber dibare.
Zivistanê berê xwe daye Sariqamîşê.
Înşallah dê ji bo hemûyan bibe saleke bi bereket."
Li herêma Qerejdaxê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê jî berfê hemû herêm spî kiriye.
Bayekî bi hêz jiyan zehmet kiriye.
Zivistana sar û seqem bandoreke neyînî li ajeldaran kiriye.
Welatî Gulabî Karsli got:
"Îsal nêzîkî hefteyekê ye ji ber berfê me pezê xwe xistiye hundir.
Niha jî li derve xwedî dikin. Em giya û pûşê deştê didin pezê xwe.
Dema demsala zayînê dest pê dike, em ce û kayê didin heywanan.
Niha li derve em giya û avê didinê. Nêzîkî 100 serî pez in.
Hemû jî heywanên hûr in, berê me heywanên mezin (dewar) xwedî dikirin."
Birêvebiriya Giştî ya Keşnasiya Tirkiyeyê da zanîn ku pêla berfê dê herî kêm sê rojên din li hejmarek parêzgehên Bakurê Kurdistanê bidome.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse