Dêrsim (Rûdaw) - Doç. Dr. Daîmî Cengîz ji bo derxistina kilamên winda yên Dêrsimê 44 sal in xebatan dimeşîne û konsereke bi navê "Kilamên Winda yên Dêrsimê" li dar xist.
Mamosteyê Beşa Muzîkê ya Fakulteya Hunerên Ciwan, Sêwirandin û Mîmariyê ya Zanîngeha Mûnzurê Daîmî Cengîz hem bi lêkolînên akademîk û hem jî bi çalakiyên konseran mîrateya çanda devkî ya herêmê dide jiyîn.
Doç. Dr. Daîmî Cengîz bi xebatên xwe yên li ser mîrateya çanda devkî ya Dêrsimê tê naskirin û heta niha zêdetirî 3 hezar awazên gel, deyîş û perde berhev kirine.
Cengîz konsera pêncemîn a bi navê "Kilamên Winda yên Dêrsimê" li dar xist û guhdar bi paşerojê re gihandin hev.
Welatiyan eleqeyeke mezin nîşanî konsera ku li Salona Konferansê ya Kazim Guntaş hat lidarxistin da.
Beşdarên konserê diyar kir ku divê her kes ziman û kilamên xwe ji bîr neke û xwedî li çanda xwe derkeve.
Di konserê de Daîmî Cengîz hem wekî solîst û hem jî wekî bêjer derket ser dikê.
Îrem Orak jî wekî solîst di konserê de cih girt.
Azîz Erdogan bi tembûrê û Alî Haydar Tumar jî bi tembûra pîran li gel kilaman amade bûn.
“Ez 44 sal in berhev dikim”
Doç. Dr. Daîmî Cengîz piştî konserê ji Rûdawê re axivî û got:
"Par jî me konser li dar xistin. Hem li Ewropayê, hem li Tirkiyeyê û hem jî li vê derê.
Di nava van du salan de me 4-5 konser dan, panelên me jî çêbûn.
Kilamên me yên winda hene.
Ez 44 sal in bi berhevkirina 3 hezar kilam, deyîş û perdeyan ve mijûl im.
Dîroka me heye, çanda me heye, edebiyata me heye, muzîka me heye, baweriya me heye.
Ji ber vê yekê ev kilam gelekî girîng in.
Kilamên ku em îro dibêjin vedigerin demên kevn; demên Moxol-Tatar, aliyê Alamûdê, aliyê Îranê û aliyê Deylemê ku gelek mirovên me hatine kuştin.
Miletê me piştî vê yekê rabûye û ji Urmiyeyê hatiye Dêrsimê.
Eger kilamên ne yên baweriyê neyên qeydkirin piştî 150-200 salan winda dibin û diçin lê perdeyên baweriyê kevn in, bi hezar salan jî dimînin."
“Yên dikin Tirkî bila ji min dûr bisekinin”
Welatiyên ku li konserê temaşe kir jî hest û ramanên xwe parve kirin.
Gazel Yildirimê tekezî li ser parastina zimanê kilaman kir û anî ziman:
"Kê kilam gotibin berxudar be, sax be, her hebe.
Lê yên ku werdigerînin Tirkî bila ji min dûr bisekinin.
Ziman zimanê me ye, milet miletê me ye.
Hinek ketine pey tiştên din, xwîna min li wan nakele. Ez ev qasî jî eşkere dibêjim."
Mehmet Aşkin jî bal kişand ser girîngiya gotina kilaman a li gorî rastiya wan û wiha axivî:
"Min guhdariya van kilaman kiribû lê min nedizanî bê yên kê ne û ji bo çi hatine gotin.
Lê bi awayekî profesyonel, bêyî guhertin û bi awayekî gelekî xweş hatin gotin.
Bi şêwaza kevn hatin gotin, xweş bû, em têr bûn."
Huseyîn Arslan jî bandora konserê ya li ser xwe bi van gotinan anî ziman:
"Bi zimanê me em birin paşerojê.
Zarokatiya min hat bîra min, axaftinên mezinên me hatin bîra min.
Ez gelekî kêfxweş bûm."
Konserên Doç. Dr. Daîmî Cengîz rastî eleqeya zêde ya gel tên.
Ev konser dibin alîkar ku kilamên di bin metirsiya jibîrkirinê de ne careke din derkevin ronahiyê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse