Hewlêr (Rûdaw) - Li 5 parêzgehên Êlih, Qers, Dîlok, Wan û Semsûrê yên Bakurê Kurdistanê hejmara tûşbûn û mirina bi sedema vîrusa Koronayê zêde bûye û rewş gihîştiye astek metirsîdar. Waliyên wan parêzgehan hişyariyê didin û hinek ji wan daxwaz dikin, qedexeya giştî were ragihandin.
Di demekê de ku hikûmeta Enqerê hewla kêmkirina rêkarên xweparastina li dijî vîrusa koronayê dide, hejmara pêketina welatiyan bi vê vîrusê li hejmarek parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê her ku diçe, bilindtir dibe.
Li gor zanyariyên medyayên Tirkiyê, li parêzgehên Êlih, Qers, Dîlok, Wan û Semsûrê yên Bakurê Kurdistanê rêjeya tûşbûna xelkê bi vîrusa nû ya koronayê anku COVID-19 zêdetir bûye û metirsiya wê yekê ye, ku vîrus bêtir li wan parêzgehan belav bibe.
Xelk li wan parêzgehan pabnedî rênimayên xweparastinê nabin, ne mask û lepikan bikartînin, ne jî dûratiya fîzîkî diparêzin.
Êlih ji aliyê bilindbûna hejmara tûşbûyan û belavbûna vîrusa COVID-19 ve di nava wan pênc parêzgehên Bakurê Kurdistanê de, di serê lîsteyê de cih digire.
Li Êlihê, di nava 40 rojan de 450 tûşbû hatine tomarkirin, ew di demekê de ye ku roja 3ê Nîsanê tenê 9 pêketiyên koronayê li vê parêzgehê hatibûn tomarkirin.
Parêzgarê Êlihê, Hulusî Şahîn daxwaz kiriye, ku ji ber bilindbûna rêjeya tûşbûyên koornayê, di rojên cejna Remezanê de qedexeya giştî li vê parêzgehê bihê ragihandin.
Hulusî Şahîn derbarê vê yekê de ragihand: “Hejmara tûşbûyan li parêzgeha me bilind bûye, ji bo ku kar ji kontrola me dernekeve, daxwaz ji hikûmetê dikim di cejnê de qedexeya hatinûçûnê rabigihîne.”
Li Semsûrê jî ji 14ê Gulanê ve derketina hemwelatiyan bêyî bikaranîna maskan, hatiye qedexekirin, herwiha rêkar hatine tundtirkirin û tîmên polîs çavdêriya cade û kolanan dikin.
Rewş li parêzgeha Mêrdînê jî xirab e. Li vê parêzgehê jî hejmara pêketiyên COVID-19 her ku diçe bilindtir dibe, bi teybat li qezaya Nisêbînê heta niha 8 kes ji pêketiyên vê vîrusê canê xwe ji dest dane û hejmara tûşbûyan li wê qezayê gihîştiye 50 kes. Ew yek di demekê de ye, ku roja 3ê Nîsanê li tevahiya parêzgeha Mêrdînê 50 kes bi koronatê ketibûn.
Li Dîlokê jî zengila metirsiyê hatiye lêdan û amarên li wê parêzgehê dilxweşker nînin. Li wê parêzgehê heta niha 11,000 pişkinînên koronayê bo welatiyan hatine kirin ku pişkinînên 750 kesan pozîtîv derketine.
Parêzgarê Dîlokê, Davut Gul hişiyariyê dide, “eger tedbîr hatin sisitkirin, dê hejmar gelek bilindtir bibe.”
Li Dîlokê ku hejmara nîştecihên wê zêdetirî 2.5 milyon kes e, heta roja 3ê Nîsanê 49 pêketiyên koronayê hatibûn tomarkirin.
Parêzgeheke din a Bakurê Kurdistanê ku rêjeya tûşbûna welatiyan bi koronayê lê zêde ye, Qers e. Parêzgarê Qersê, Turker Oksuz piştî zêdebûna hejmara tûşbûyan, hişyarî da welatiyan û ragihand: “Mixabin em dibînin kolanên me tejî ne ji xelkê û mesafeya fîzîkî jî nayê parastin. Dixwazim bêjim di rojên dawî de hejmara tûşbûyên me di bilindbûnê de ye.”
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, li gor amarên fermî hejmara tûşbûyên koronayê 140,000 kes derbas kiriye û heta niha zêdetirî 3,800 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse