DEM Partiyê bersiv da Wezîrê Dadê: Zimanê we bandoreke jehravî dike

14-05-2025
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Ayşegul Dogan Yilmaz Tunç Mafê Hêviyê Abdullah Ocalan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan bersiv da gotinên Wezîrê Dadê yên têkildarî “Mafê hêviyê” û got, “Zimanê we bandoreke jehravî dike.”

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç, li ser pirsa gelo dê “Mafê hêviyê ji Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re bê sepandin?” gotibû, “Ne rewş ne jî hevdîtineke wiha heye.”

Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Doganê bersiv da van gotinên Yilmaz Tunç.

Ayşegul Doganê li ser hesaba xwe Xê got:

 “Birêz wezîr, uslûbê we ji zimanê çêker ê di vê pêvajoyê de hewcehiya me pê heye dûr e.

Mixabin bandoreke jehravî dike. Wekî civak hêviya me ew e ku hûn erka xwe ji bo bicihkirina edaletê bi kar bînin.

Pêwîstiya me bi polemîkê nîne, pêwîstiya me bi hiqûq û lihevkirina demokratîk heye.” 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst