Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê HDPê yê Riha ya Bakurê Kurdistanê Omer Ocalan, di panela "Di qirkirina çand û ziman de rola qeyûman" de axivî û got, “Dibêjin bila Kurdî tenê bibe zimanê govendê.”
Roja 13ê Tebaxa 2022an li Şirnexê Rêxistina navçeyê ya Cizîrê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) panela bi navê "Di qirkirina çand û ziman de rola qeyûman" li dar xist.
Moderatora panelê Hevşaredara navçeya Stewrê Gulistan Oncu ya ku qeyûm li şûna wê hat danîn bû û Parlamenterê HDPê yê Rihayê û Hevberdevkê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê Omer Ocalan, Hevserokê Komeleya Lêkolînên ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) Rifat Ronî û Civaknas Helîm Barîn wek panelîst beşdar bûn.
Parlamenterên HDPê Mehmet Ruştu Tiryakî û Nuran Îmîr, Hevserokên DBPê yên Bajêr, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, TJA, HDPê û rêxistinên bajar û navçeyan beşdarî panelê bûn.
"Heya ku zimanê Kurdî nebe zimanê fermî û perwerdehiyê dê ew xebat û têkoşînên ji bo ziman berdewam bikin"
Hat ragihandin Parlamenterê HDPê yê Rihayê Omer Ocalan ku di panelê de axivî, diyar kir ku şaredarî li ser ziman gelek xebatan dimeşînin û ji ber vê yekê qeyûm li şûna wan hatin danîn.
Omer Ocalan di axavtina xwe de anî ziman, “Polîtîkayên qeyûmê ne nû ne. Berê jî hebûn û niha jî tenê li ser format hatiye avêtin. Sed sal berê jî gava avakirina Komara Tirkiyê de ew polîtîkayên xwe bi înkarkirina pirsgirêka Kurd, polîtîkayên bişaftinê, bi plana şark-islahatê pêş xistin. Ango bi sed salan e qirkirineke çandî tê meşandin. Em di tax û malên xwe de bi Kurdî diaxivin. Lê belê şaredariyên me jî ew ziman xistin saziyan. Di warê ziman de gelek xebat çêkirin. Lewra hikûmetê tehamûlî vê nekir û qeyûm tayînî şaredariyan kirin. Rexmî van hemûyan jî têkoşîn û berxwedanek tê dayîn. Heya ku zimanê kurdî nebe zimanê fermî û perwerdehiyê dê ew xebat û têkoşînên ji bo ziman berdewam bikin.”
Panela me ya “Di Qirkirina Çand û Ziman de Rola Qeyûman” bi tevlîbûna gel û saziyên sivîl ên Cizîrê dest pê kir. pic.twitter.com/cVqJCPMti8
— HDP Demokratik Yerel Yönetimler (@hdpyerelyonetim) August 13, 2022
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse