Li Îlamê qezayeke giran: 4 mirî û 4 birîndar

14-08-2025
RÛDAW
Nîşan Îlam Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê di qezayeke trafîkê de 4 kes mirin û 4 kes jî birîndar bûn.

Qeza li ser rêya di navbera Mêran û Dêlranê de li parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê rû da.

Birêvebirê Pêwendiyan ê Beşa Hawarçûnê ya Nexweşxaneya Îlamê Muhsîn Weysî ragihand:

“Bûyer ji ber lihevketina du otomobîlan çêbûye.

Di bûyerê de 4 kesan canê xwe ji dest daye û 4 kes jî birîndar bûne.”

Muhsîn Weysî diyar kir ku di nava kesên ku mirine de dayîkek û zaroka wê ya du salî jî hebûn.

Tîman cenazeyên qurbaniyan birin Tiba Dadî û birîndar jî birin nexweşxaneyê.

Muhsîn Weysî anî ziman, “Rewşa tenduristiyê ya her çar birîndaran giran e û li di bin çavdêriya hûr de ne.”

Li gorî Tiba Dadî ya Îranê ji 21ê Adara 2024an heta 21ê Adara 2025an, li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 20 hezar û 45 kes di qezayên trafîkê de mirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst