Nêçîrvan Barzanî bi şandeyeke Asûriyan a Amerîkayê re civiya

14-09-2025
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Asûrî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê şandeyeke Asûriyan a Amerîkayê pêşwazî kir.

Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser siyaset û helwesta neguher a Herêma Kurdistanê ya parastina pêkhateyan û çanda bihevrejiyanê kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi şandeya Weqfa Asûriyan a ji bo Dadperweriyê ya bi serokatiya Sam Dermo re civiya.

Şande ji hejmarek kesayetiyên diyar ên civaka Asûriyan a Îraq û Herêma Kurdistanê yên li Amerîkayê pêk dihat.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di hevdîtinê de rewşa Asûriyan û pêkhateyan li Îraq û Herêma Kurdistanê hat gotûbêjkirin û derbarê rol, pêgeh, amadebûn, niha û paşeroja Asûriyan û pêkhateyan li Herêma Kurdistanê gotûbêj hat kirin.

Nêçîrvan Barzanî serdana şandeyê ya ji bo Herêma Kurdistanê wekî girîng û pêwîst ji bo karê hevbeş bi nav kir û tekezî li ser siyaset û helwesta neguher a Herêma Kurdistanê ya parastina pêkhateyan kir.

Barzanî her wiha pesnê rol û hevbeşiya Asûriyan û pêkhateyan a di hemû warên jiyanê de da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst