DEM Partî li Amedê ye: ‘Divê Demîrtaş saetekê jî girtî nemîne’

14-11-2025
RÛDAW
Hoşyar Sariyildiz (li çepê) û Mehmet Ruştu Tîryakî ji Rûdawê re axivîn / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Hoşyar Sariyildiz (li çepê) û Mehmet Ruştu Tîryakî ji Rûdawê re axivîn / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan DEM Partî Pêvajo Qeyûm Amed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokên Giştî yên Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari li Amedê bi hevserokên şaredariyan re civiyan.

Civîn ji bo nirxandina xebatên şaredariyan, rewşa şaredariyên ku qeyûm li ser wan hatine danîn û pêvajoya çareseriyê hat lidarxistin.

Parlamenterê DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tîryakî û Hevserokê Şaredariya Akdenîzê Hoşyar Sariyildizê ku qeyûm li şûna wî hatiye danîn ji Rûdawê re axivîn.

"Divê qeyûm bên rakirin"

Hoşyar Sariyildizê ku piştî 10 mehan ji girtîgehê derketibû, diyar kir ku heya niha jî li ser 10 şaredariyên DEM Partiyê qeyûm hene û gelek siyasetmedarên Kurd hîn girtî ne û got:

"Em pêvajoyeke demokratîk dimeşînin. Em hêvîdar in ku ev pêvajo bigihîje armanca xwe.

Di serî de divê hevalên me yên girtî bigihîjin azadiya xwe, paşê jî di nava civakê de zagonên demokratîk bên rûniştandin û îradeya gel esas bê girtin. Divê zîhniyeta qeyûman ji holê rabe."

“Ti bingeh nîne”

Parlamenterê DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tîryakî jî bal kişand ser rewşa Hevserokên berê yên HDPyê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdagê û got:

"Hem ji aliyê siyasî û hem jî ji aliyê hiqûqî ve bingeha ku ew li hundir bimînin nemaye."

Tîryakî da zanîn ku divê ew demildest bên berdan û got:

 "Hêviya me ew e ku Demîrtaş û Yuksekdag di demeke herî kurt de bên berdan, ne hefteyekê ne mehekê, divê saetekê jî di hundir de nemînin."

"PKKyê gavên pir mezin avêtine”

Tîryakî her wiha destnîşan kir ku rakirina qeyûman û vegerandina şaredariyan divê wekî “şertên pêvajoyê” neyên dîtin û biland:

"PKKyê gavên pir mezin avêtine, xwe fesix kir, dev ji çeka berda û şervanên xwe kişandin. Li Tirkiye û sînorên Tirkiyeyê şervanên PKKyê nemane. Ev gavên pir mezin in.

Eger serokên şaredariyan vegerin ser karê xwe dê gelê Kurdistanê bi vê pêvajoyê bawer be.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst