KERKÛK - Dengên Kurdan zêde bûn lê kursiyek kêm bû: Sedem çi ye?

14-11-2025
RÛDAW
Nîşan Kerkûk Hilbijartin Parlamentoya Îraqê Başûrê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kurd piştî eşkerekirina encamên destpêkê yên hilbijartinên Parlamentoya Îraqê ji rewşa xwe ya li Kerkûkê dilgiran in.

Her çend dengên Kurdan bi giştî zêde bûne jî li gorî hilbijartinên 2021ê Kurdan kursiyek kêm kiriye.

Welatî û rayedarên Kurdan di wê baweriyê de ne ku ev yek nîşaneya "pirsgirêkeke siyasî ya kûr e û pêwîst e bi hûrgilî were nirxandin".

Kurdan di hilbijartinên borî de 6 kursî li Kerkûkê standibûn lê di van hilbijartinan de hejmara kursiyên wan daket 5an.

Ev di demekê de ye ku dengên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li gorî hilbijartinên borî zêde bûne.

Hejmara dengan wiha ye:

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK): 178 hezar deng standine, bi zêdebûna 89 hezar dengan li gorî hilbijartinên borî.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK): Dengên xwe ji 52 hezarî derxistiye 59 hezaran lê bi cudahiyeke kêmtir ji 5 hezar dengî, kursiyê duyem ji dest daye.

Ereb: Di hilbijartinên 2021ê de 166 hezar dengên wan hebûn, di van hilbijartinan de derket 235 hezar ango 69 hezar dengên wan zêde bûne.

Tirkmen: Di hilbijartinên 2021ê de 71 hezar dengên wan hebûn, di van hilbijartinan de derket 97 hezarî, ango 26 hezar dengên wan zêde bûne.

Welatiyê ji Kerkûkê Silêman Mihemed got:

"Gelê Kurd hemû bêzar e, ji ber ku 5 kursî gelekî kêm in.

Me hêviya 7 kursiyan dikir û em nizanin çima wisa lê hat."

Welatiyekî din Ako Mîrza jî dipirse ka dengên Hewîceyê çawa hatine dayîn û kê jê sûd wergirtiye û dibêje:

"Ango Kurd hatin firotin û em têk çûn. 7 kursiyên me hebûn, niha 5 kursiyên me hene."

Mihemed Doyîz jî sedema kêmbûna kursiyên Kurdan bi nebûna lîsteyeke hevbeş û şewitîna hejmareke zêde ya dengan ve girê dide û anî ziman, "Xelk baweriya xwe winda dike."

Berpirsê Beşa Hilbijartinan a Baregeha Duyem a YNKyê Şêrzad Semed amaje bi wê yekê kir ku eger PDKyê çend hezar dengên din standibûna dê hejmara kursiyên Kurdan bibûya 6.

Her wiha gumanên wî li ser zêdebûna dengên Ereban, bi taybetî lîsteya Teqedûmê hene û di wê baweriyê de ye ku "hinek deng ne yên rastîn in".

Serokê Lîsteya PDKyê ya Kerkûkê Şaxewan Ebdullah jî li xwe mikur hat ku dengên wan zêde bûne lê hîn negihîştiye asta misogerkirina kursiyê duyem.

Şaxewan Ebdullah "nevegera nêzîkî 15-20 hezar dengderên Kurd ên Kerkûkê û nebûna planeke baş" wekî sedema jidestdana kursiyekê ji bo PDKyê dibîne.

Di dawiyê de, encamên van hilbijartinan ên li Kerkûkê pirsên cidî li ser stratejî û yekrêziya aliyên Kurdî derdixe holê, bi taybetî li hemberî zêdebûna deng û kursiyên neteweyên din.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst