Demirtaş: Me ji bîr nekiriye

15-01-2023
RÛDAW
Nîşan Selahattîn Demîrtaş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Berê yê HDPê Selahattin Demirtaş di derbarê pêvajoya şerê xendekan û qedexeyên derketina derve û qurbaniyên di wê demê û kiryarên deshilata AKPê de nivîsek jibo rojnameyên Tirkiyê nivîsand û got “Me ji bîr nekiriye!”

Hevserokê Berê yê HDPê yê ku ev 6 sal in di girtîgeha Edirneyê de gitiye 14ê Çile 2023ê di derbarê kiryarên ku di dema deshilata AKPê de hatîn sere Kurdan bi çend nimûneyan ji rojnameyeke Tirkiyê re nivîsiye û di dawiya her nimûneyê de jî dibêje me ji bîr nekiriye.

Demîrtaş di vê nivîsa xwe de wiha dibêje:

“Me ew kulmet mutahîdên li kêleka we, tetikçiyên medyayê, dema brokratan bi kîsan pere dibirin, feqîran ji ber birçîbûnê û feqîriyê xwe dikuşt ji bîra nekiriye!

Me ew tayfeya ku tiştek nedizanin ku we wek profesor, dozger, Serdozger û brokrat derxistîn pêşiya me ji bîr nekiriye!

 Me ewên ku bi rêya wê medyaya ku we kirî, şev û roj êrişî me dikirin ji bîr nekirin e!

Me ew biryara te ya xirabkirina pêvajoya çareseriyê û girtina biryara şer ya ji bo bidestxistina kursî jibîr nekiriye! Me ew bihezaran mirovên xwe yên ku me sipartîn axê ji bîr nekirine.

Me Ugur Kaymazê ku li gel bavê xwe hatî kuştin û çek li bersera hatî danîn, Dayîka Teybet ya ku termê wê bi roja li erdê mayî, Ali İsmail Korkmazê bi pehînan hatî kuştin, Cemîle Cagirga ya ku termê wê di yexçalêde hatî veşartin, Abdullah Comertê ji aliyê polîsan ve bi guley gaza rondikrêj hatî kuştin, Haci Lokman Birlikê ku cenazeyê wî di erdêre hatî xirandin, Ethem Sarisulukê li naverasta Eqrede bi guleyê hatî kuştin, Ceylan Onkola ku bedena wê hatî parçe parçe kirin, Berkin Elvanê ku bi mehan bedena wî heliyayî û canê xwe ji dest dayî, Kemal Kurkutê di roja Newrozê de ji piştve gule lê hatî reşandin û qetilkirin, Deniz Poyraza li avahiya Îzmîrê bi awayek hovane hatî kuştin jibîr nekirine!

Me Dayîkên Aştiyê yên ku di erdê re û li dadgehan hatîn xirandin jibîr nekirine! Me dayîkên Aştiyên yên ku li ber deriyê girtîgehê dixwestin ji zarokên xwe agahiyekê bistînin lê we dayîn ber tehfanû bêrêzî li wan kirîn ji bîr nekirine!

Me tişta ku li malbata Şenyaşar hatî kirin û Emîne Şenyaşar jibîr nekirine! Me ew talankarên ku te wek qayum danîn cihê şaredarên me û ya te anî serê Bogaziçi jî ji bîr nekiriye!

Me tijîkirina girtîgehan ji siyasetmedar, rojnamevan û ciwanan bi ferman te jibîr nekiriye! Me ew kujer, mafya û qaçaxçiyên madên hişbir yên bi fermana te hatîn berdan jibîr nekirine! Me ew jinên ku rojane tên kuştin û bi yek îmzayê te Peymana Stenbolê xistî qutiya gelaş jibîr nekiriye!

Me ew amadekariyên te li beşên navxwe yê Terîqetan de kirîn, ew bêdengiya te ya li beramberî desdirêjiya li ser zarokan hatî kirin jibîr nekiriye! Me ew lêdana di naverasta kolanê de te li parlementer, Jin, xwendekarên zanîngehê, fermanber, karker, parêzer û pizîşkan kirî ji bîr nekriye!

Me bi milyonan kesên ku bi rezaleta KHKê te neçarî xwarina kokê daran kirîn lê birumeta xwe nanê xwe peyda dikin, akademîsyenên aştiyê, televizyonên ku te desteser kirîn û rojnamevan jibîr nekirine! Me ew desteserkirina mafê xezîneyê yê ku gel dide HDPê, doza daxistina HDPê, cezayên giran yên girtîgehê ku bi ser me de tên sepandin ji bîr nekiriye!

Me ew gotina te ya ku te hetanî niha bi mîtîngan û televizyonan de bi hezaran car ji me re gotî “terorîst”, “qatîl” jibîr nekiriye! Me şewitandina Surê, qêrîna wan kesên ku di bodrumên Cizîrê de hatîn şewitandin ji bîr nekiriye!

Me hestiyên zarokê me yên we li keleka rêyan diveşartin, di nava kîs de radestî bavê wan kirîn, goristanên wan yên we bi dozeran bi erdê re xistîn yek ji bîr nekirine!

Gelek tiştên me jibîr nekirîn hene. Niha dema hesappirsînê ye li ser sindoqan. Em çima çûna sersindoqan hesabê û gelek tiştên din pirsînê û avakirina pêşerojeke ronaktir ji bîr bikin?

Tû vî gelî xwediyê hafiza masiyan yan jî bê rûmet dibînî? Lê, tiştek din jî heye ku me jibîr nekiriye, ezê wê jî roja êvara hilbijartinê bêjim, Libendê be.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst