Mêrdîn (Rûdaw) - Li Mêrdînê 61 sazî, komele, platform û partiyên sîyasî bi beşdariya bi hezaran şêniyên bajêr ji bo Xezeyê çalakiya meşê li dar xist.
Bi dirûşman êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê hatin protestokirin.
Di çalakiya protestokirina Îsraîlê de li kêleka Misilmanan, ji pêkhateyên ol û neteweyên cuda yên Mêrdînê kesayetên olî û saziyên wan jî beşdar bûn.
Serokê rêxistina Mêrdînê ya HUDAPARê Îsmaîl Çevîk ani ziman, “Li pêşiyê sê hesp hebûn, yek Ebû Ubeyde temsîl dike, yek jê Selahedînê Eyûbî, yek jî temsîliyeta Tirk û medeniyeta însaniyetê û Îslamê bû.
Di vir de me xwest em vê mesajê bidin dinyayê. Em zanibin ku em dê nehêlin ev mesele bibe meseleyeke normal.”
Çalakvan Hacer Çîçekê got, “Ji bo Filistînê, ji bo Xezeyê em li vê derê ne. Em dê li cem Xeze û Filistînê bisekinin Înşallah.”
Çalakvanekî din jî wiha ani ziman, “Hemû sazîyên sivîl îro kom bûne. Wan têkoşîna xwe nîşan daye. Em ji Mêrdînê mesajê didin hemû cîhanê.
Serokê rêxistina Qoserê ya HUDAPARê Abdullah Kavandiyar anî ziman, “Em ji bo Xwedê û Filistînê li vê derê ne. Înşallah Xwedê deriyê xêrê li wan veke.”
Bi armanca balkişandina ser rewşa Xezeyê, daxuyaniya hevpar a 61 saziyan li ser navê gelen Mêrdînê bi Kurdî, Tirkî, Erebî, Suryanî û Îbranî hatin xwendin.
Sîyasetmedar Mehmût Kilinç got, “Nêzî 2 milyon û nîv miletê Xezeyê bi tunebûn, birçîbûn, nexweşî û xela, feqîrî, koç û mirinê re rû bi rû maye.
Xelkê Xezeyê bi îman û rûmeta xwe, bi îman û waqara xwe bi îzeta Îslamê li ber xwe dide û têkoşîneke gelekî bi rûmet nîşan dide.”
Piştî daxuyaniya bi 5 zimanan muftiyê Mêrdînê û keşeyê Dêra Çil Şehîdan a Suryanên Mêrdînê ji qurbaniyên Xezeyê re dua kirin û çalaki bi dawî bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse