Babekir Zebarî: Dibe ku Tirkiye êrişî Şingal û Qendîlê jî bike

15-02-2021
Nasir Elî
Şêwirmendê Serbazî yê Serokê Herema Kurdistanê, Babekir Zebarî. Wêne: Rûdaw
Şêwirmendê Serbazî yê Serokê Herema Kurdistanê, Babekir Zebarî. Wêne: Rûdaw
Nîşan Baberkir Zebarî Başûrê Kurdistanê Şingal Qendîl PKK Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Serbazî yê Serokê Herema Kurdistanê, Babekir Zebarî  di derbarê êrişeke Tirkyê ya li ser Şingalê de got “Eger Tirkiye riya xwe bibîne, bêguman dê êrişî Şingalê bike û piştre êrîşî Qendîlê jî bike.”

Şêwirmendê Serbazî yê Serokê Herema Kurdistanê Babekir Zebarî operasyona Operasyone Tirkiyê ya li Çiyayê Gare û egera operasyoneke lî Şingalê ji Rûdawê re nirxand û nêrînên xwe azî ziman.

Babekir Zebarî di derbarê opersayona Çiyayê Gare de amaje bi vê yekê kir ku ti agahiya Herêma Kurdistanê ji encamdana operasyona Tirkiyê nebûye û tekez kir, di demeke nêzîk de eger heye ku operasyonên bi vî rengî li Şingalê jî bêne encamdan.

Li ser êrişa Çiyayê Gare jî  Zebarî ragihand, noqteyên ku hatine destnîşankirin, ji aliyê endamên MITê yên di nav PKKê de bi riya GPSê noqteyên ku lê bicih bûne hatine dayîn û li gorî vê yekê ew dever hatine bombekirin.

Zebarî wiha berdewam kir “Bêguman herdû alî jî zirar dîtine lê diyar nîne PKK û Tirkiye çiqas zirar dîtine.”

Zebarî di derbarê operasyona Şingal û Qendîlê de tekez kir ku “Eger Tirkiye riya xwe bibîne, bêguman dê Tirkiye êrişî Şingalê bike piştre êrîşî Qendîlê jî bike.”

Tirkiye bi kuratiya 37 Km li Çiyayê Gare encam da û nêzikî 90 gund ji operasyonê bandor dîtine.

Serbazên Tirkiyê li 3 cihan bi helikopteran lêşkerên xwe dabîbûn ser Çiyayê Gare û di 3 wextên cûda de di nav leşkerên Tirkiyê û hêzên PKKê de şer derketibû.  

Wênekêşê Xwezayî Mesûd Îbrahîm li devera şer 3 roj di bin bombardimanan de asê mabû û bi gotina wî ew bi awyekî mucîze jê xelas bûye.

Mesûd Ibrahîm dibêje, firokeyên F-16 û helîkopter di heman demê de bi hevre deverê bombebaran dikirin. 8 top li nêzîkî min ketin. Di derbarê ziyanên PKKê de tiştek nizanim.”  

Artêşa Tirkiyê di 10ê Sibatê de li Çiyayê Gare operasyonek li dijî PKKê bi navê Operasyona Çengê Baz-2 destpê kir ku îro Yekşemê 14ê Sibata 2021an Wezîrî Berevaniyê yê Tirkiyê, Hulusî Akar li Şirnexê bidawîbûna operasyonê ragihand.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihandiye, di şerê Gare de tenê 3 efserên wan hatine kuştin û 3ê din jî birîndar bûne, di hember de jî 48 gerîllayên PKKê canê xwe ji dest dane û 2 gerîlla jî hatine desteserkirin.

Lê Hêzên Parastina Gel (HPG) jî dibêje, ew amarên artêşa Tirkiyê derbarê şerê Gare de belav kirine nerast in û heta niha kuştina zêdeyî 30 serbazên Tirkiyê li Gare ragihandiye. HPG herwiha ragihandiye, ew dê di demeke nêzîk de amarên taybet bi şerê li Gare belav bikin.

Di êrişa Tirkiyê bo ser Çiyayê Gare de, 13 dîlên Tirkiyê yên di destê PKKê de jî hatine kuştin. Tirkiye û PKK hevdu bi kuştina wan dîlan tometbar dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst