Hewlêr (Rûdaw) - Rêberê Tevgera Sedr Muqteda Sedr, hewldana astengkirina daliqandina Ala Kurdistanê ya li Kerkûkê rexne kir.
Muqteda Sedr tekez kir ku gelên Kurd û Ereb birayên hev in û xwest ku kesên bûne sedema van aloziyan werin cezakirin.
Muqteda Sedr li ser pirsên alîgirên xwe daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Rêberê Şîe, hewldana astengkirina daliqandina Ala Kurdistanê ya li Kerkûkê wekî "fanatîzma neteweyî" bi nav kir.
"Ereb û Kurd bira ne"
Sedr bal kişand ser aloziya ku piştî bicihbûna hêzên taybet ên Îraqê û hewldana ciwanan a ji bo daliqandina alayê li ser Peykerê Pêşmerge derketibû û wiha got:
"Ereb û Kurd bira ne. Divê mijarên wiha ku nîşaneya fanatîzma neteweyî û nijadperestiyê ne, neyên provokekirin."
Sedr diyar kir ku divê pêşî li hewldanên ku aştiya civakî xera dikin were girtin û got:
"Divê kesên ku van kiryaran dikin di çarçoveya yasayan de werin cezakirin."
Li Kerkûkê çi qewimîbû?
Bi boneya 17ê Kanûna Pêşîn Roja Ala Kurdistanê, komek ciwanên Kurd xwestibû Alaya Kurdistanê li Peykerê Pêşmerge yê li bajêr daliqînin.
Li ser astengkirina hêzên ewlehiyê di navbera ciwanan û polîsan de alozî derketibû.
Piştî bûyerê hêzên ewlehiyê yên Îraqê midaxele kiribû û li herêmê tedbîrên ewlehiyê derxistibûn asta herî bilind.
Hatibû îdiakirin ku di bûyeran de hinek ciwan hatine desteserkirin lê Fermandariya Polîsên Kerkûkê ev îdia red kiribûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse