Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, êrişên dawî yên li dijî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê bi tundî şermezar kirin û got, “Êriş xizmeta dijminên Sûriyeyê dikin.”
Rêveberiya Xweseriya diyar kir ku ev êrişên komên hikûmeta veguhêz dikevin xizmeta dijminên Sûriyeyê.
"Jinek şehîd ket"
Rêveberiya Xweser daxuyaniyek belav kir û ragihand ku di encama êrişan de jinek şehîd ketiye û hejmarek şênî jî birîndar bûne.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê berpirsa van êrişan û bandorên wan ên xeternak e.
"Aramî têk diçe"
Rêveberiyê da zanîn ku ev êriş di demekê de tên kirin ku pêdivî bi xweragirtin û xebateke cidî ya ji bo agirbestê heye.
Hat diyarkirin ku ev êriş bi xwe re krîzan tînin û aramiyê têk dibin.
"Xizmeta dijminên Sûriyeyê dikin"
Rêveberiya Xweser tekez kir ku armanca van êrişan qelskirina yekîtiya xîtaba Sûriyeyê û têkbirina hewldanên çareseriya siyasî ye.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku ev ne cara yekem e êriş li dijî van taxan tên kirin û berê jî binpêkirinên peymanan çêbûne.
Banga ji bo Sûriyeyeke nenavendî
Rêveberiya Xweser di dawiya daxuyaniyê de bangî hemû Sûriyeyiyan û hêzên neteweyî kir ku xebatên hevbeş zêde bikin.
Rêveberiyê xwest ku sînorek ji siyasetên qetilkirinê re were danîn û ji bo "Sûriyeyeke azad, demokratîk û nenavendî" xebat were kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse