Hewlêr (Rûdaw) - Serok Barzanî ji ber koça dawî ya Roj Nûrî Şaweys, siyasetvanê Kurd û endamê Polîtboruya PDKê di peyamekê de ragihand, Kurdistanê serkirde û şoreşgerekî mezin ji dest da. Min jî bira û hevrêyê temen û dostê xwe yê nêzîk û hevsengerekî xwe yê xoştevî ji dest da.
Siyasetvanê navdar ê Kurdistanê û endamê Polîtboruya PDKê, Roj Nûrî Şaweys îro di temenê xwe yê 74 salî de bi sedema nexweşiyê li Hewlêrê koça dawî kir.
Serok Barzanî di peyamekê de xemgîniya xwe ji ber koça dawî ya wî siyasetvanê Kurd anî ziman û diyar kir, Roj Nûrî Şaweys, “temenê xwe ji bo doza rewa ya gelê Kurd” terxan kir.
Barzanî da xuyakirin, koça dawî ya Dr Roj ji bo me hemûyan “xem û zirareke mezin e” û tekez kir, wî têkoşerê doza Kurdistanê,” herdem erk û karên xwe bi dilsozî û pêşmergayetî bi baştirîn pêk dianî”.
Peyama Serok Barzanî ji bo koça dawî ya Roj Nûrî Şaweys bi vî awayî ye:
Bi xemeke mezin, serê sibeha îro duşemê 15ê sibata 2021ê, pêşmergeyê bi xîret, têkoşer û xebatkarê welatperwer ê gelê me û endamê polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Dr Roj Nûrî Şaweys bi sedema nexweşiyê li bajarê Hewlêrê koça dawî kir.
Dr Roj Nûrî Şaweys, ew şoreşger û pêşmergeyê mezin bû ku di qonaxên cuda yên xebata gelê me û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de, çi di serdema çiyê û herwiha di qonaxa serweriya yasa, rêvebirin û avedankirina Kurdistanê de, herwiha di qonaxa destûr û avakirina Iraqa nû de û di karê siyasî û dîplomatîk û şerê terorê de, berevanekî serhişk yê nirx û armancên gelê Kurdistanê bû û hergav erk û karên xwe bi dilsozî, mîna pêşmergeyekî û bi awayê herî baş encam dida.
Dr Roj temenê xwe ji bo doza rewa ya gelê Kurdistanê û pêkanîna armancên bilind ên gelê Kurdistanê û berevaniya ax û gel terxan kir û li ser wê rêyê jî pêşmergeyekî wêrek û dilsoz yê rêbaza Barzanî û kurdîtiyê bû.
Koça dawî ya Dr Roj ji me hemûyan re jan û bêtareke mezin e û ji destdana wî ji bo gelê Kurdistanê û PDKê xisareke mezin e. Kurdistanê serkirde, mirovekî mezin û şoreşgerekî giranbiha ji dest da. Min jî bira, hevrêyê temen, dostê nêzîk û hevçeperekî xwe yê hezkirî ji dest da.
Ez sersaxiyê li xwe, malbata welatperwer Dr Roj, serkirdatî, kadir, endam û alîgirên PDKê û heval, hevrê û hevçeperên rehmetiyê Dr Roj û bajarê qurbanî û berxwedanê û hemû gelê Kurdistanê û azadîxwazên Iraq û cîhanê dikim.
Ez ji xwedayê mezin daxwazkar im beheşta rengîn bike para ruhê rehmetiyê Dr Roj û wî pê şa bike. Sebir û aramiyê jî bike para hemû aliyan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse