Ehmed Bozo: Kobanî di nav krîzeke mirovî ya kûr de ye

1 demjimêr berê
RÛDAW
Ehmed Bozo beşdarî bultena Nûrojê ya Rûdawê bû / Wêne: Rûdaw
Ehmed Bozo beşdarî bultena Nûrojê ya Rûdawê bû / Wêne: Rûdaw
Nîşan Kobanî Dorpêç Krîz Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çalakvanekî ji bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ragihand ku xelkê bajêr nikare rojane sê danên xwarinê bixwe û ji ber nebûna gazê berê xwe daye xwarinên qutîkirî.

Çalakvanê ji bajarê Kobaniyê Ehmed Bozo beşdarî bultena Nûrojê ya Rûdawê bû û pirsên Nalîn Hesenê bersivandin.

Ehmed Bozo ragihand ku dorpêça li ser Kobaniyê bi tundî didome û xelk di nav krîzeke mirovî ya kûr de ye.

Bozo diyar kir ku kel û pel tenê bi rêyên qaçax ji navçeya Sirînê û ji aliyê Çemê Feratê ve digihêjin bajêr û da zanîn:

"Tiştên ku derbas dibin qet têra hewcedariyan nakin.

Wekî mînak, tupekî gazê ku berê bi 10 dolarî bû, niha ku bi qaçaxî derbas dibe bi 25 dolarî tê firotin."

Her wiha hat destnîşankirin ku komên çekdar ên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê astengiyan li pêşiya derbasbûna xwarinê çêdikin û rêyên qaçax jî hatine girtin.

Baceke giran li ser rêyan tê wergirtin

Li gorî agahiyên Bozo, li gundê Pîrekê û li ser korîdora Nûr Elî, ji bo derbasbûna otomobîl û barhilgiran baceke giran tê wergirtin.

Ev bac ji bo her barhilgirekê di navbera 200 heta 800 dolarî de ye.

Tevî ku rê didin xelk ji korîdora Nûr Elî derkeve jî, rê nadin xwarin û pêdivî derbasî bajêr bibin.

Krîza derman û xwarinê

Bozo diyar kir ku rewşa aborî ya xelkê gihîştiye asteke metirsîdar û bal kişand ser van xalan:

“Xwarin ji sedî 20 heta ji sedî 30 biha bûye. Derman ji sedî 35 biha bûye.

Bi taybetî dermanên nexweşiya şekir, penceşêr û şîrê zarokan gelekî kêm bûne.”

Bozo bi taybetî qala 15 gundên rojhilatê Kobaniyê dike û dibêje bangeke bilez ji wan gundan heye.

Ji ber ku rewşa wan gelekî zehmet e û ti kel û pel nagihin xelkê.

65 hezar koçber û metirsiya nexweşiyan

Ehmed Bozo ragihand ku 65 hezar koçber li hundirê Kobaniyê ne û ew li mizgeft, dibistan, nexweşxane û avahiyên hikûmetê hatine bicihkirin û rewşa wan xirab e.

Di warê tenduristiyê de jî, tevî ku ev du roj in ava vexwarinê vegeriyaye bajêr jî tenê çend demjimêran tê dayîn.

Bozo eşkere kir ku heta niha hezar û 425 kes ji ber vexwarina ava qirêj nexweş ketine.

Xelk nikare sê danên xwarinê bixwe

Çalakvan Ehmed Bozo di dawiya axaftina xwe de, anî ziman ku êdî şiyana xelkê ya kirîna xwarinê nemaye.

Ji ber nebûna gazê, xelk nikare xwarina germ çêbike û piranî bi xwarinên qutîkirî jiyana xwe didomînin.

Gelek malbat hene ku nikarin rojane sê danên xwarinê jî peyda bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst