Şandeka bilind a CHPê serdana Bakurê Kurdistanê dike

15-03-2021
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serdanên partiyên siyasî yên Tirkiyê bo bajarên Bakurê Kurdistanê berdewam in û biryar e şandeke CHPê jî di navbera rojên 15-20ê vê mehê de serdana hejmareke bajarên Bakurê Kurdistanê bike.

Şanda CHPê ji 12 parlementer û endamên encûmena navendî ya wê partiyê pêk tê.

Cîgirê Serokê CHPê Veli Agbaba serokatiya wê şandê dike û biryar e îro ew şand dest bi serdanên xwe bike û wê serdana bajarên Wan, Colemêrg, Şirnex, Mêrdîn û Êlihê bikin û herwiha wê kasibkar û dukandarên wan parêzgehan jî bibînin.

 Li gorî daxuyaniya CHPê jî, serdankirina wan bajarên ku behsa wan hatiye kirin, di çarçoveya serdanên CHPê yên ji bo tevahiya parêzgehên Tirkiyê de ye û di dema serdanê de wê li gel sendîka, nûnerên civaka sivîl, odeyên bazirganiyê û odeyên pîşeyî jî bicivin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst