Hewlêr û Warşova dixwazin pêwendiyên xwe berfireh bikin

2 demjimêr berê
 Nêçîrvan Barzanî û Maciej Zajdel (li çepê) / Wêne û Vîdeo: Serokatiya Herêma Kurdistanê
Nêçîrvan Barzanî û Maciej Zajdel (li çepê) / Wêne û Vîdeo: Serokatiya Herêma Kurdistanê
Nîşan Polonya Herêma Kurdistanê Pêwendî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Konsulê nû yê Polonyayê yê Hewlêrê Maciej Zajdel re rûnişt.

Serokê Herêma Kurdistanê, Maciej Zajdel ji bo erkê wî yê nû pîroz kir, jê re serkeftin xwest û ji bo serkeftina erkê wî piştevaniya xwe nîşan da.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî xwesteka Herêma Kurdistanê ya ji bo bipêşxistina pêwendiyên bi Polonyayê re û berfirehkirina hevkariya hevbeş a di warên cuda de ducare kiriye.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin:

"Konsulê Giştî yê nû yê Polonyayê kêfxweşiya xwe ji ber destbikarîbûna li Herêma Kurdistanê anî zimên û xwesteka welatê xwe ya ji bo bipêşxistina pêwendiyan bi Herêma Kurdistanê re nîşan da."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst