Ji bo piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya baranê hat dayîn

15-05-2025
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Baran Hişyarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyariya baranê da.

Li hinek herêmên bilind jî berf dibare.

Li gorî Saziya Keşnasiyê, îro li parêzgehên Amed, Dîlok, Mêrdîn, Êlih, Meletî, Agirî, Mûş, Qers, Bedlîs, Erzirom û Sêrtê yên Bakurê Kurdistanê barana gur dibare.

Li Colemêrg, Şirnex, Îdir, Erdexan û Wanê jî baran dibare lê ne gur e.

Her wiha ji bo hinek herêmên bilind ên Bakurê Kurdistanê jî hişyariya berfê hat dayîn.

Saziya Keşnasiyê ji ber egera lehî, brûsk, zîpik û pirsgirêkên trafîkê hişyarî da xelkê li van bajaran û ji wan xwest tedbîrên pêwîst wergirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst