Hewlêr (Rûdaw) - Her çend rayedarên Îraqê dorpêçkirina Kampa Mexmûrê red dikin jî, xelkê kampê diyar ku ev zêdetirî çar meh in rê li ber wan tê girtin ku serdana parêzgehan bikin yan jî kelûpelan bînin nav kampê.
Li gorî agahiyên ku xelkê Kampa Mexmûrê daye Rûdawê, ji 10ê Nîsana 2025an ve Hikûmeta Îraqê rê nade ku ti kelûpel derbasî nav kampê bibe.
Her wiha li ser hemû rêyên ku diçin kampê, xalên kontrolê hatine danîn û rê li ber hatin û çûnê tê girtin.
Tevî ku hefteyeke berê Endamê Komîteya Birêvebiriya PKKyê Murat Karayilan "hişyarî" dabû Hikûmeta Îraqê ku eger ambargo bidome, ew dê neçar bimînin destwerdanê bikin û gerîlayan bişînin kampê û li gorî gotina niştecihên kampê, ambargo hîn jî berdewam dike.
"Rê nadin em ji bo kar û nexweşiyê jî derkevin"
Niştecihekî kampê ji Rûdawê re got, "Hêzên Îraqê rê nadin ku em ji bo kar û nexweşiyê jî biçin parêzgehên Îraqê."
Kampa Mexmûrê koçberên ji Bakurê Kurdistanê li xwe digire û xelkê kampê navê wê kiriye "Kampa Şehîd Rûstem Cûdî."
Li gorî gotina niştecihan, piştî destpêkirina hewldanên ji bo pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, zextên li ser kampê zêde bûne.
Her çend gotegotên valakirina kampê belav bûbûn jî, berpirsên kampê ji Rûdawê re gotin, "Em di vê rewşê de valakirinê red dikin."
Kamp sala 1998an hatiye avakirin û niha hejmara niştecihên wê gihiştiye zêdeyî 12 hezar kesî.
Di 13yê Gulana îsal de, şandeyeke ji 5 endamên meclisa kampê ji bo civînekê çûbû Bexdayê lê roja din ji aliyê hêzên Îraqî ve hatibûn desteserkirin û piştî mehekê hatibûn berdan.
Piştî peyama Ocalan rewşa kampê
Medyaya nêzîkî PKKyê di 8ê Tebaxê de ragihand ku Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan di peyameke xwe de ji xelkê Kampa Mexmûrê re gotiye, "Li gel pêşketina pêvajoya çareseriyê, hûn dê vegerin ser warê xwe."
Ocalan di peyama xwe de ku di nav kampê de hatibû xwendin gotibû, "Gelê me yê li Mexmûrê, di dîroka têkoşîna me ya azadiyê de roleke gelekî girîng lîstiye û xwedî nirxekî mezin e.
Tevî hemû zehmetiyan, wan bi kiryarên xwe selmandin ku berxwedan jiyan e."
Di beşeke din a peyamê de wiha hatibû gotin, "Baweriya min ew e ku gelê me yê li Mexmûrê, çawa ku di rabirdûyê de stûna sereke ya têkoşîna me bû, di pêvajoya avakirina aştî û civaka demokratîk de jî dê heman rol û erkê bigire ser milê xwe...
Bêguman li gel bipêşketina vê pêvajoyê, vegera gelê me ya ji bo ser axa xwe dê pêk were."
Welatiyekî ji kampê ji Rûdawê re got, "Piştî peyama Rêber Apo, em dixwazin rewş aram bibe.
Berpirsên kampê ji me re gotine ku şerekî taybet li dijî me tê kirin û dixwazin rojeva xelkê biguherînin da ku me ji wê pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin dûr bixin."
Her çend berpirsekî payebilind ê rêveberiya kampê ji Rûdawê re gotibe, "Rewş asayî ye; mijara valakirinê ne di rojevê de ye û em naxwazin tiştekî bêjin" lê li gorî agahiyên Rûdawê, heta îro jî ambargoya li ser kampê berdewam dike û ji bilî xwarinên pêwîst, rê nayê dayîn ku kelûpelên avahîsaziyê jî derbasî kampê bibin.
Berpirsekî Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ku ji rewşê agahdar e, ji Rûdawê re got, "Zextên Îraqê yên li ser kampê zêde bûne lê peyama birêz Ocalan eşkere kir ku ew dê bi hev re vegerin. Bêguman eger pêvajoya aştiyê bigihîje encamê, ew jî dê vegerin."
Karayilan: Em dê destwerdanê bikin
Ji ber kûrbûna ambargoyê, di 8ê Tebaxê de Murat Karayilan di hevpeyvînekê de got, "Ji bo ku zext li ser dewleta Îraqê çênebe, me wekî hêzeke leşkerî ji wir xwe vekişand û me hemû çeperên xwe radestî wan kir."
Murat Karayilan wiha domand, "Ew (Hikûmeta Îraqê) niha ji heman çeperan hewl didin kampê dorpêç bikin û zextê li gelê me dikin.
Divê Hikûmeta Îraqê vê yekê bizane; ew xirabiya ku li hemberî wî gelî tê kirin, li hemberî nirxên me tê kirin. Em ti carî vê qebûl nakin û li hemberî wê bêdeng namînin.
Eger ev ambargo li hemberî xelkê kampê berdewam bike, em dê neçar bimînin destwerdanê bikin û gerîlayan bişînin herêmê."
Wezareta Koçberan a Îraqê: Niştecihên kampê azad in
Rayedarên Îraqê hebûna ambargoyê red dikin. Meha borî Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê Elî Cehangîr ji Rûdawê re gotibû, "Ew bi awayekî fermî li cem dewleta Îraqê tomarkirî ne û ti pirsgirêka wan nîne, ew azad in ku biçin hemû parêzgehan."
Li gorî gotina Elî Cehangîr, niştecihên kampê bi xwe hatin û çûnê nakin û tirseke ne rasteqîn ji xwe re çêkirine.
Xelkê kampê diyar dike ku piştî bûyereke li Hewlêrê, ji sala 2019an ve rê nayê dayîn ku ew serdana paytexta Herêma Kurdistanê jî bikin.
Li aliyê din, nivîskarê nêzîkî Hikûmeta Tirkiyeyê Abdulkadîr Selvî jî beriya bi çend rojan îdia kiribû ku Bexda Enqere û Hewlêrê ji bo valakirina Kampa Mexmûrû li hevdû kirine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse